2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Kopenhagê ji bo serxwebûna Kurdistanê xwepêşandaneke bi girseyî hat lidarxistin
2014-07-14 17:38


Bi amadekarîya Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) duh (12.07.2014) li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagê xwepêşandaneke girseyî ji bo serxwebûna Kurdistanê pêk hat.

Ji tevaye welatê Danîmark û ji Başûrê Swêdê bi sedan kurd ji hemû perçên Kurdistanê li hev kom bûn û di bin ala Kurdistanê de û bi şîarên wek "Serxwebûn mafê kurda ye jî" bi dengekî bilind piştgirîya xwe ji bo helwesta sîyasî a Başûrê Kurdistanê û hewldanên ji bo serxwebûna Kurdistanê dîyar kirin.

Xwepêşandanê di seat 15.00"an de bi xwendina sirûda netewî "Ey Reqîb" dest bi bernameya xwe kir. Piştre jî li ser navê FKKD"ê axaftineke bi zimanê kurdî hat pêşkêş kirin. FKKD"ê di axaftina xwe de bi taybetî li ser rewşa dawî a li Iraq û Başûrê Kurdistanê û bi giştî jî li ser rewşa Rojhilata Navîn sekinî û piştgirîya xwe ji bo serokê Herêma Kurdistanê, parlamentoya Kurdistanê, Hikumeta Kurdistanê, Pêşmergeyên Kurdistanê û gelê kurd li Başûrê Kurdistanê anî ziman. Di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman û got:

"Em îro li vir ji bo armancekê û hêvîya sedsalan kombûna. Em ji bo wê xewn û hêvîya ku 200 sale gelê me ji bo wê bedêlên giran daye li hev kom bûne. Di dilê me hemûyan de jî yek tişt heye. Ew jî serxwebûna welatê me Kurdistanê ye, azadî û rizgarkirina gelê me ê mêrxas ji bin zilma dijmin û neyarane..... Hêvî û xewna bi sedsalan êdî - herçiqas bi derengî ketibê jî - şewq û ronahîya azadîyê dayîye ser welatê me. Em îro ji bo xewna ku rastîya wê li Başûrê Kurdistanê nêzîk bûye li virin".



FKKD"ê di berdewamîya axaftina xwe de herweha bal kişand ser rewşa nû a piştî hatina grûba terorîst a bi navê DAÎŞ"ê ji bo Îraqê û got ku êdî ne mumkune ku Iraq bibê weke Îraqa berê û bal kişand ser wê yekê ku sînorê Kurdistanê li gel Iraqa Federal tenê 15 km. mayîye, lê sînorê Kurdistanê li gel DAÎŞ"ê tam 1050 km. ye, ango bivê nevê Kurdistan ji Iraqê qut bûye û sedemên van hemû tiştan jî ne kurdin, lê sedem hemû ji ber sîyaseta Malikî a faşil û dîktetorane ye.

Piştre jî axaftina FKKD"ê a bi zimanê danîmarkî hat xwendin ku tê de bal dikişand ser rewşa li Iraq û Başûrê Kurdistanê û metirsî û xeterîya DAÎŞ"ê li herêmê û li Rojhilata Navîn.

Xwepêşandanê bi axaftin, stran, şîar û helbestan berdewam kir û kurdan bi reng û xemla xwe a kurdî rengekî taybet dabû bajêrê Kopenhagê.

FKKD"ê li wir herweha gûlên sipî û şekir û bi sedan jî belavokên bi zimanê danîmarkî li nîştecîyên bajêr belav kirin û armanca xwepêşandanê ji wan re dîyar kirin.

Xwepêşandanê di seat 17.00"an de dîsan bi xwendina sirûda "Ey Reqîb" bi dawî bû û beşdarvanan jî bi dilekî geş berê xwe dan malên xwe. Tiştê

Yilmaz Yildiz
Kopenhag


13.07.2014

Têbinî: Bi pêwana 25. salvegera şehîdkirina nemir Dr. Abdulrahman Qasimlo û rêhevalên wî di 13.07.1989"an de, ez wan hemûyan bi hurmet bibîr tînim, bejna xwe li ber yadê wan ditewînim û nefretê li rejima dîktetor a Îranê dibarînim û wan xwînmijan bi dijwarî mahkum û şermezar dikim. Dr. Qasimlo û rêhevalên xwe wê herdaîm di dilê gelê xwe de bijîn.


Print