|
PDK-S li Kopenhagê hevdîtinek li gel PSK'ê pêk anî |
2014-07-14 17:42 |
|
Di roja 13.Tirmeha 2014"an de şandeyeke ji Partîya Demokrata Kurdistanê-Sûrîye (PDK-S), serdana Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, PSK"ê kirin û hevdînek li gel endamên PSK"ê pêk anîn.
Şandeya PDK-S ku bi serokatîya endamê merkezî Mustafa Cuma pêk dihat, ji alîyê 3 endamên PSK"ê, rêxistina Danîmark din bin serokatîya Serhad Amedî ve hat pêşwazî kirin.
Endamên PSK"ê bixêrhatîneke germ li şandeya PDK-S kirin, pîropzbahî li damezirandina partîya wan kirin û kêfxweşîya xwe ji bo yekîtîya di navbera wan de anîn ziman.
Hevdîtin di nava atmosfêreke germ û dostane de derbas bû. Di hevdîtinê de li ser rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê û bi taybetî jî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hat axaftin û herdu alîyan dîtin û nerînên xwe anîn ziman. Xasima jî li ser xeterîya rêxistina terorîst a DAÎŞ"ê ku bûye belayeke mezin li Rojhilata Navîn û li Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Yilmaz Yildiz Kopenhag
|
|
|
|