|
Fîlmeke kurdî di nav fîlmên herî baş de cih girt |
2014-07-28 11:17 |
|
Di lîsteyeke navnetewî de fîlma kurdî ya Bahman Ghobadî “Dema Hespên Serxweş” jî cih girt.
Kovarên Empire, Toat Film, Sight and Soundê, îsal jî lîsteya fîlmên bên temaşekirin çêkirin û lîste li ser malperan hat parvekirin. Fîlma Ghobadî heta niha li ser 5 stêrkan re 4 stêrk standine.
Kovarên sînemayê yên biyanî, her sal lîsteyeke bi navê “fîlmêntemaşe kirinê yên beriya mirinê” amade dikin. Ev lîsteya tê amadekirin, ji aliyê gelek kesî vê tê şopandin.
Di lîsteya îsal de li ber fîlmên weke Avatar, Amelia, Batman, Bravehart cih dan fîlmek kurdî jî. Fîlm ya bi derhênerê kurd ê Bahman Ghobadî “Dema Hespên Serxweş” e. Wekû tê zanîn, Ghobadî bi vê fîlmê deng vedabû.
Ew filma di sala 2000ê de bi derhêneriya Bahman Ghobadî hat çêkirin. Yekemîn fîlma dirêj ya Ghobadî bû. Mijar, li gundekî Rojhilatê Kurdistanê, Banê dibore. Kes û bûyerên di fîlmê de ji jiyanê hatine girtin. Fîlm, navê xwe ji vîskîdayîna hespan ya li hemberî sermayê distîne.
Ghobadî bi vê fîlmê “Xelata Kameraya Zêrîn” (Caméra d"Or award) ya ‘Cannes’ê bi dest xist.
Di fîlmê de jiyana malbateke kurd a di navbera sînorên Bakur, Başûr û rojhilatê Kurdistanê de dijî, tê vegotin. Piştî mirina bavê xwe Eyûb, bi birayê xwe yê seqet Medî ve bi hêstiran barî dikişîne Rojhilatê. Ji ber sermayê, demê barkişandinê de vîskiyê didin hespan, lê mirov bi xwe ji sermayê nikarin kar bikin. Di fîlmê de girîngiya didin hespan nadin mirov an.
Di fîlmê de ji lîstikvan ti kes ne profesyonel e. Ji ber ku dîtbarî li pêş e, fîlm bi heman şeklî, belgewar e jî.
http://rudaw.net
|
|
|
|