2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Mêrdînê mamostayên kurdî dest bi gireva birçîbûnê dikin
2014-08-24 23:21


Mêrdîn (Rûdaw) – Mamostayên kurdî yên ji Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê derçûne, wek nerazîbûna li hember wernegirtina xwe dest bi gireva birçîbûnê dikin. Mamostayên kurdî dibêjin, bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi fermî were pejirandin her wiha bibe zimanê perwerdehiyê jî.

Yek ji mamostayên kurdî yên Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê bi navê Yûnis Aslan ji Rûdawê re got, em komek mamostayên kurdî yên Zanîngeha Artukluyê dê sibê li ber avahiya Rektoriya Zanîngeha Artukluyê dest bi gireva birçîbûnê bikin.

Li ser sedemên vê çalakiyê jî Aslan got, mebesta me ji vê çalakiyê ew e ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi fermî were pejirandin her wiha bibe zimanê perwerdehiyê jî.

Wî mamostayê kurd da zanîn, sedemeke din a vê çalakiyê jî ew e ku ji par ve nêzîkî 1000 mamostayên kurdî dîplomaya mamostatiya kurdî wergirtine lê heta niha yek ji wan jî ji aliyê hikûmetê ve nehatine tayînkirin.

Mamosta Aslan eşkere kir ku destpêkê ewê bi 20 mamostayan dest bi girevê bikin lê paşê dê hejmara wan zêde bibe.

Li gorî agahiyên Yûnis Aslan, mamostayên kurdî yên Wanê jî dê roja 27ê Tebaxa îsal daxuyaniyê bidin paşê dê tevlî çalakiya wan li Mêrdînê bibin.

Çalakiya mamostayên kurdî sibê saet 14:00 bi dema Hewlêrê dest pê dike.

Hikûmeta Tirkiyeyê beriya du salan soz dabû mamostayên kurdî dê wan wek karmendên perwerdehiyê werbigire lê heta niha ev soz bicîh neaniye.

Tê zanîn, piştî ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî wer dersa bijarde di medreseyan de hat pejirandin Enstîtoya Zimanê Zindî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê dest bi perwerdekirina mamostayên zimanê kurdî kiribû.


Print