|
Peyama Barzanî derbarî Kobanê de |
2014-09-19 22:11 |
|
Serok Barzanî: Êrîşa terorîstên Da"îş ya li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê tehdîd e li ser hemû gelê Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrîşên çekdarên DAİŞ’ê ya li ser ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, dazanek belav kir. Gotara Serok Barzanî weha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Êrîşa dirindaneya terorîstên Da"îş ya li ser xuşk û birayên me yên li Kobanê beşeke ji wê nefret û dijminkariya terorîstan li dijî gelê Kurdistanê encam didin. Dirindaneyî û êrîşa terorîstên Da"îş ya li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê tehdîde li ser hemû gelê Kurdistanê û şeref û keramet û man û nemana gelê me kiriye armanc.
Daxwaz ji hemû aliyên Kurdistaniyan dikim dev ji hemû nakokiyan berdin û bi pêkve bergiriyê li keramet û ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkeke li ser milê me hemûyan û li ser ruyê hemû erkekî dine.
Daxwaz ji civaka navdewletî jî dikim bi zûtirîn demî hemû rêwşuwênek li ber bigrin ji bo parastina Kobanê û xelkê Rojavayê Kurdistanê ji destê terorîstan. Ji ber ku terorîstên Da"îş li her cîhek bin, dev ji tawan û karesatan bernadin û divê li her cîhek li wan bê dayîn û bêne têkşikandin.
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 19.09.2014
http://www.krp.org/
|
|
|
|