2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Tundûtijî Ne Çareserî Ye Divê Beramber Ajevegeriyê Hişyar Bin
2014-10-07 23:40
Mafê me ye, ku li hember erîşên DAÎŞ li ser Kobaniyê derkevın kolanan, piştgiriya berxwedana Kobanî bikin, dijî siyaseta dewleta tirk derheqa DAÎŞê rawestin.

Lê belê di xwepeşandan û çalakiyan da şewitandina trompelan, dukkan û tiştên dinê ne tenê xizmeta armanca me nake, her usa bi kêrî hêzên dijî aşitî, azadî û demokrasiyê tê.

Hêzên hanê, dixwazin bi rêka kurtir kirina qirjî û aloziyan, naxşeyên xwe kirêt ci be ci bikin. Ji ber vê yêkê divê derheqa naxşeyên hanê hîşyar bin û rê nedin ajavegeriyê.

Hikumeta AK Partî derheqa çalakiyên hanê, ku ne di xizmeta armanca xwe da ne, dibêje “emê bi tundî biçîne ser van çalakiyan.” AK Partî, bi gotin û halwesta xwe ya hanê ve, bi bidona benzinê ve diçe ser agirê, bi vî awayî welatê ber bi binbesta tundûtijiyê dibe.

Pêwistiya Kobanî îro axaftinên biriqedar, lê vala û puç û hamaset nine.

Karbidestên dewleta Tirk dibêjin çu ferq û cudayî di nava PKK û DÎŞ’ê da nîne û di hinek bajêr û bajerokên Kurdistana Bakur da, di şevê da hatin û çuyinê qedexe kirin.

Divê kardibestên dewleta Tirkiyê, derheqa PKK, ango şirikê xwe yê “pevajoya aşitiyê”, dev jê gotinên hanê berde. Her usa dev je hemu kiryar û halwestên, ku welatê ber bi biinbestê ve dibin, berde û pirtir alikarî lî Kobanê bike.

Divê karbidestên Tirkiyê, êdî alikarî li hêzên tundrewên Îslamî yên Suriyê neke û alikariya mirovî û siyasî li hêzên çekdar, ku îro li Kobanê berxwe didin, bike.

Divê hikumeta AK Partî astengî li ber hêz û dewletan çêneke, ku dixwazin alîkariya serbazî bişêynin Kobanî û rê li ber vê alîkariyê veke.

Divê çalakiyên piştgiriya Kobanê, ku li welat û dervayê welat têne kirinê, bi şiklê aşitiyane bin. Bi kar anina tundûtijî di van çalakiyan da, ne di xizmeta doza Kobanî da ye.

Hêzên welatparêz û demokratên Kurdistan, di zirufa îro da, dev jê gengeşiya li ser bûyer û peşhatiyên Kurdistana Başurêrojhilatê berdin, milên xwe bidin hevdu û bi hevra piştgiriya berxwedane Kobanê bikin.

Roj beramber ajavegeriyê roja hişyar bûn e!

Roj roja kemtir kirina dijminan, pirtir kirina dostan e!

Roj roja piştgiriya Kobanî ye, roja xebata mil bi mil e!

07 Cotmeh 2014

Partiya Sosyalîst a Kurdistan


Print