|
Komeleya ÇIRAyê ya Amedê Kongreya xwe ya 5an lidarxist |
2014-10-13 10:43 |
|
Komeleya ÇIRAyê ya Amedê di 12ê Çiriya Pêşîn a 2014an de, li avahiya komeleyê bi beşdarbûna endam û alîgirên xwe Kongreya xwe ya 5an lidarxist.
Kongre bi axaftina vekirinê ya Serokê Komeleyê Burhan Denîz destpêkir. Pişti axaftina Denîz, ji bo birêvebirina Kongreyê, dîwana ku ji Alî Haydar Firat, Salih Eren, Omer Mavlay û Mustafa Durucu pêkhatibû, hate hilbijartin.
Serokê Dîwanê Alî Haydar Firat rojeva konreyê xwend û pêşkêşî dengdana endama kir. Bi pesendkirina rojevê Hasan Dagtekîn û Nevzat Karakeçî, Davut Bîlînmîş û Eşref Çakan him li ser pêvajoya heyî û him jî li ser xebatên komeleyê bîr û rayên xwe anîn ziman.
Di berdewamiya kongreye de raporên rêvebiriyê yên xebat û malî hatin xwendin û pesendkirin. Piştî vê xala rojevê desteyên rêvebiriyê hatin hilbijartin.
Di encama hilbijartinan de jo desteya rêvebiriyê Eşref Çakan, Burak Kurul, Umut Aytaş, Zafer Korkmaz, Nevzat Karakeçî, Sercan Bîngol, Burhan Denîz wek esîl û Sozda Dîlan Ekîncî, Alî Haydar Firat, Zilkîf Mavlay, Ciwanroj Oruç, Baver Arslan, Ferman Yusuf Ekîncî û Mahmût Erten jî wek yedek hatine hilbijartin.
|
|
|
|