Nivîsar

‘Bextê roma res tuneye’

Weke gelê Kurd me gelek eza û cefa kisandîye. Gelê Kurd gelek ji destê dagirkerên ku Kurdistan û xaka me xistine bin destên xwe, ser erd û bin xaka bav û kalên me, ji xwere bi kartînin bi kisandîye. Emê weke gelê Kurd çawa bawerîyê li van dagirkerên ku Kurdistan dagirkirine bînin. Divê ev desthiledarên ku Kurdistan dagirkirine bawerîyê bidin ku em Kurd jî bawerîyê li wan bînin.

Ev bawerî jî ev e; li tirkî û desthiledarîya tirkan divê ku heqê gelê Kurd nasbikin, di zagona bingehî ya komarê de. Divê gelê Kurd bixwe qedera xwe tayyîn bike. Ew jî ev in; serxwebûne, fedarasyone û otonome. Lê na desthiledarîya tirkî em û Kurd birayên hevin, heqê wan jî heqe, em hemû mislimanin, ma çi ferqîya me heye? Belê ferqîya me û tirkan geleke, tirk miletike û gelê Kurd jî mileteke, heqê we çibe weke li gor heq û hiqûqê navnetewî û gelan em Kurd jî wî heqî dixwazin. Îca serxwebûne, federasyone yan jî otonome êdî ew heqê gelê Kurd bi xwe ye.

Îca bav û kalên me weha gotine; ‘ji sîr tirsya ye, pif dew dike’ mana vê gotina bav û kalan jî ev e; Ji ber ku hingî ji der û dora xwe, tirsîya ye û bawerîya wan ji hev jikestîye vê gotinê bi kartîn in. Vecefilandin û bawerî sikestindandin zore ku êdî dîsa meriv bawerîyê li hev bîne.

Hûn nav xwe safî bikin? Gelî desthiledarîya tirkî, hûn pirsgirêka gelekê Kurd çareser bikin û muhatabê vê pirsgirêkê hemû gelê Kurde û bi teybetî jî rêxistinên wêye siyasîne.

Devê derîyên xwe paqij bikin? Gelî tirkno! Hûn tevlihevîya ku li tirkî heye û bi teybetî jî pirsgirêkên ku hene li tirkî çareser bikin, hundurê welatê xwe paqij bikin talîyê qala filan dewlet zulmê li filankesa û bêvankesa dike, mesele pirsgirêka gelê Filîstîn, bê guman çareserkirina pirsgirêka gelê Filîstîn heqe û zulm li wî gelî tê.

Erê hûn qala heqê mirovatîyê dikin? Erê li gor desthiledarîya tirkî heq û hiqûqê mirova û mafê gelan-miletan tê çi mane? Dive ku meriv heqê yê nav mala xwe, heqê cîranê xwe, heq û hiqûqê miletê nav xwe bide wan, talîyê qala heq û hiqûqê miletên dine cîhan bike.

Hûn qala nebîyên Selahaddînê Eyûbî, Ehmedê Xanî û Saîdê Kurdî Nûrsî dikin? Erê em Kurd ne tenê nebîyên Selaheddînê Eyûbî, Ehmedê Xanî û Saîdê Kurdî tenê nin. Em Kurd nebîyên Sêx Ubedulahê Nehrî, Sêx Saîdê kal, Seyîd Riza, Elî Sêr, Ihsan Nûrî, Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî jî ne. Vana hemû camêran û mêrxasên dew û doza welatên xwe kirin û di rîya ji bo azadîya welatê bav û kalên xwe de, serê dagirkerên ku Kurdistan di nav xwe de perçe kiribûn serî hildan û di wê rîya ji bo azadîya welatê xwe de sehîd ketin. Ew sehîdên me û serkirdayên me kurdan û hemû sehîdên rîya azadîya welatê bav û kalê xwe, wê herdem di rûperên dîrokê navên wan bi zêr bê nivîsandin û wê herdem di dilê mede bijîn.

Hûn qala zordestîyê dikin? Bi qedrê xwedê kî qala zordestî û mirovatîyê bikin, bila bikin, lê belê bila tirk qala zordestîyê, heq û hiqûqê mirova bila neke. Ji ber ku bîstûpênc û sîh milyon Kurd hene, heqê zmanê me Kurdan yê zikmakî tune, tu heqê me kurdan yê mirovî tune. Îca desthiledarîya tirkan û sîyaseta wanî qirêj dew û doza heqê Filistînaya û gelên din dike, de were dîn nebe…

Hûn qala trorê dikin? Muhatabê Kurdan ne terore, desthiledarîya tirkan dibêje. Desthiledarîya tirkî muhatabên Kurdan gelê Kurd bixwe ye û rêxistinên wanî sîyasîye.

Ma yê ev teror derxist holê komar bi xwe ye? Vaye herî peya bilind yê komara tirk bi xwe dibêje ku Ebdulah û pkk Mit ê damzrandîye, ev derba ewilîye ku kesek weha peya bilind yê komarê Bulent Arinc vêya dibêje. Îca ev ‘ninana ye, hîn tirnîna bisûndeye’. Divê ku ev komar û desthiledarî hesab bixwaze ji desthiledarîyên ku derbas bûne, ewqas mirov hatine kustin, zirara ku hatîye kirin madî û manewî. Mit û dewleta kûr divê vê meselê derxe holê, bê kê ev rêxistin damezrandine?…

Lê hûn çima qala gelê Kurd nakin? Ku gelê Kurd bi sedê salye perçe perçe bûye û gelik-miletek weha li ser xaka bav û kalên xwe ji her mafê xweye mirovatî mehrûme, ji heq û hiqûqê xweye beserî mehrûme. Desthiledarîyên ku kurdistan dargirkirine, çibikin çinekin girînge ku çareserîya pirsa gelê Kurd çareserbikin…

Gelê Kurd tenê dixwaze li ser xaka bav û kalên xwe weke her gelê ku li ser xaka vê cîhanê dijî kurd jî dixwazin bijîn. Çavê gelê Kurd ne li tu xaka tu kesîye, tenê dixwaze bi azadî û asitî li ser xaka bav û kalên xwe û li gel cîranên xwe bijîn. Lê divê gelê Kurd ji tu kesîre suzde-sernizmîyê neke, em ji daxwazên xweye netewî û nistimanî bernedin, heqê gelê Kurd çaranûsîya xwe bi destê xwe tayîn bike, ewjî serxwebûne, federasyone û otonome, lê weke komara federal ya iraqê jî dibe, layîqê gelê Kurd e.

Bêguman hevdîtin di navbêna komarê û bi teybetî hikumetê û apocîyan de danûstandin têne kirin, ev danûstandin ne ji ana deye ji zûdeye. Lê ev danûstandin wê zirara kurdan be, yan fêda kurdan e. Bav û kalên kurdan gotine; ‘bextê roma res tune, meriv bawerîyê li wan neyne’ gotine. Bêguman ser û pevçûn rojik berî rojê bêye sekinandinê feyda hemû kesî têde heye, ya gelê kurd jî û ya tirka jî heye .

Ez weke sexs bi sikim, ku ev pêvajoya ku dest pêkirîye dinavbera komarê û desthiledarîyê û apocîyan de wê ber avêtî bikin, kîne ev? destên tarî di nav apocîyan de, sûrî, desthiledarîya iraqê ya nurî malikî, komara kûr ya tirkî û baskên tarî yên weke ergenekonê, IP, MHP û bi teybetî jî rejima xwînxwar ya ku ji xwere dibêje ez îslamî me ya Îranê, vana hemû naxwazin ku ev ser bisekine, ji ber feyda wan têde heye.

Di sala 1993 an de, pêvajoyek delal bû, ser bi alîyekîve hate sekinandinê. Lê li Bîngolê 33 leskerê tirk hatin kustin, pêvajoya li hevhatinê di navbêna komara tirkî û PKKê de beravêtî kirin.

Pêvajoya Osloyê dest pêkir, lê ew pêvajoy jî beravêtîkirin.

Li Farqînê yanzdeh (11) lesker hatin kustin, hîn jî nedîyare bê kê ew lesker kê kustin aqûbeta wan nediyare.

Pistî bûyera Farqînê çend meh derbas nebû bûyera Roboskî hate holê, 34 gundîyên reben hatin kustin li ser tixûbên navbêna basûr û bakûr de. Heta ana jî hîn qatilên wan 34 gundîyan hîn nedîyare.

Ana jî pêvejoya navbêna Îmralyê û komarê û desthiledarîyê destpêkirîye. Xuyanîye ku mesele girînge, dîyardibe ku kesên xêrxwaz dezgehên merivhiz, demokrat û yên dixwazin ev serê qirêj bisekine li gel danûstandinan in. Lê yên ne xêrxwaz jî li ser karin, naxwazin ev ser û pefçûn bisekine. Min navê wan li jorê yeko yekê nîsandaye.

Bûyera ku li Parîsê di 9ê çileyê pasîn 2013 de ku rûda, sê jin ku hersê jî sîyasetmedarê PKKê û yek ji wan jî damzravanê PKKê bû Sakîne Cansiz e, bi vê rûdana li Parîsê pêvejoyê beravêtî dike, li gor ku têye gotin. Ez vêya bêjim dezgehên tarî û destên tarî û cîranên me Kurdan ku di navxwe de parkirine nahêlin ev serê qirêj ku feyda mirovatêyê têde tune bisekîne. Bûyerên weha nefretê û dujminatîyê xurtir dike. Kustina jina di civata me Kurdan de qebhete û sosreteke mezine, sê jin hatine kustin ku pêvajê tevlihevbibe û beravêtî bibe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button