Nivîsar

‘Ev Çi Dek û Dolab in’

Kongra Netewî û amadekarîya wê.

Divê ku di kongra netewî de, komîta amadekar her çiqas bi terefin/alîne, lê ev yek emîn di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de, derba ewilîye, divê ku ji vê kongrê partî, dezgehên Kurdî, hemû komeleyên Kurdî yên hunerî, meslekî çi hebin, yên jina, ciwanan, û rewsenbîr, ronakbîr û sexsiyetên Kurdan ku jiyana xwe bi salan dane rîya azadîya welatên xwe ji vê kongra netewî mehrûm nemînin basedarî vê komcivîna netewîya gelê xwe bikin.

-Xewna bav û kalên me, sehîdên rîya azadîya Kurdistanê, serkêsên serhildanên gelê Kurd yê weke; Sêx Ubetdulahê Nehrî, Bedirxanan, Sêx Seîd, Seyîd Riza, Elî Sêr, Ihsan Nûrî, Qazî Muhemed û Mele Mistefa Barzanî pêk tê, ewjî ev kongra Netewî ya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Di kongra netewîya gelê Kurde divê ku xetê sor hebin, ewjî ‘Alaya Kurdî ku emaneta Qazî Muhemed û emanetî Mele Mistefa Barzanî kirîye’ ya duda jî ‘Marsa gelê Kurd û Kurdistanê ye’.

-Heger ev rêxistin, dezgehên pêsewî/meslekî, jin, ciwan, sexsyetê ku jiyana xwe di ber vê dew û doza gelê Kurde domandine, nebin, di bawerîya min de wê komîta amadekara komcivîna netwîya gelê Kurd xeletîyê bike. Ez bi hêvîme ku bê leyan/bê teref hûnê van dezgeh, komele û sexsiyetên Kurda dewetbikin ku besdarî vê komcivîna yekemîna kongra netewî bibin.

Navbêna basûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê.

Tevlihevîya navbêna herdû perçeyên Kurdistanê, sebeb û yên ku vê nakokîyan derdixin, çima? Fêda gel di vê devlihevîyê de heye, yan na? Ez bixwe dibêjim fêda gelê Kurd têde tune. Berî hertistî divê em ji hevre vekirîbin û duristbin. Na heger aqil û fikrê mej i dagirkera be, kongra netewî jî, çawa ava bibe wê weha jî kelsbe, wê cihoka ava wê wê neherike, roj bi roj wê cihoka ava wê biçimiqe.

-Desthiledarîya basûrê Kurdistanê û bi teybetî jî Serokê Herêma Kurdistanê birêz, Mesûd Barzanî û komîteya amadekarîya kongra netewî gelê kurd heyetek hilbijartin, ku here rojavayê Kurdistanê lêkolînê li rewsa/wedê herêma kurdistana sûrî bike û bi teybetî jî, bûyerên vê dawîyê ku têne kirin, navbêna YPGê û El-Nusra de ku têye gotin, futwe derxistine ,’malê kurdan xerabikin, zilam û zarok bêne kustin û jinê wan jî ji xwere bibin bi kar bînin’.

-Lê heyeta ku xwest herin rojavayê Kurdistanê hêzên PYDê nehistin ku ew heyet here rojavayê Kurdistanê. Yanî bi rastî meriv derbna fehm fehm nake, bê çidibe? Çinabe? Lê bav û kalên me gotine ‘seva res ji êvar de xuyanî dibe’ bê çi dek û dolab li ser gelê têye kirin. Ka PYD digot, derîyê navbêna Basûr û rojava sêmalka girtine, derî berê de vekirî ye. Lê heyeta kongra netewî weke çevdêr wê ji bo lêkolînê biçûna rojavayê Kurdistanê, lê PYDê rê neda heyetê, çima? Weleh ewjî ana ne dîyare ku meriv li ser sirove bike, hîn jî wext heye. Ez dibêjim, heta ku rojavayê Kurdistan xelkê wê hemû bêne basûr, ewçax bi dilê hikmê sûrî û tirkane, xizmeteke bas têye kirin, ji hêla PYDê ve…

Komarên ku Kurdistan dagirkirine.

Destên dagirkeran hîn jî dirêje, dek û dolabên xwe bi kar tî nin. Wê kurd kengî ji van dagirkeran azad bibin. Zore ku em zora wan nûkerên dagirkeran bikin. Ji ber ku îmkanê dagirkeran ji îmkanê kurdan pirtire, madî û manewî. Xelk jî ji van îmkanan re amade nin. Dîraka gelê kurd dîrokeke gelek tevlihev qirêje, herdem dagirkeran wan li himberî hev bi kar anîne û ana jî weha dîyar dibe. Weke minak Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Mesûd Barzanî weha dibêje, fermo dike, ‘êdî kurd divê serê hevdû neke) ji mere xetek sore. Lê de were ji apocîyan re bêje, bav û kalan weha gotine; ‘ serê hezara gotinikê gotineke û ser hezar newalikê jî newaleke’ heger aqil û hisê meriv ne ji meriv be, ji dijmin be, wey li hale me kurdan be. Îca meriv ya xwe bêje, kî di xeyîde bila bixeyîde, yê rastîyê bêje herdem kumê wî xware. Û ji bo gelê kurd dive demê de, duristî û rastî pêwîste, dem dema gelê kurde, dive ku em kurd ji vê demê sûdê û fêdê jê bibînin. Yan jî êdî demin weha ku weke zêre nayên destên me.

Berosa rojhilata navîn hîn dikele.

Bi gotina ku nav lê kirine bihara Erebî cîh bi cîh berdewame, kela berosê hîn daneketîye, hey dikele. Li ber çavê hemû vê cîhana ku balî bi moderlîzmê ve diçe û di vê qirna bîstûyekê (21) de komara Misrê bi hawayeke demoqratîk hilbijartin dibe û desthiledarî tê ser hikum ku derba ewilî li vî welatî bi sêweyekî weha tê. Lê lesker û mixalefeta hikumetê bi darê zorê derba leskerî kir û Serokkomar Mursi girtin, û hikmê wî ruxandin. Gelê nerazîbûna xwe li himbrî hikmeta Mursî ku hate ruxandin, rebûn daketin kolana û meydanên bajaran û derba leskerî mehkûm kirin, û protesto kirin.

-Gel ji kolanan û meydana ranebû teqrîben mehik çêbû, di çardêh meha tebaxê de 2013 an de, lesker hicûmî ser gel kir nêzî hazarî kes hatin kustin û bi deh hezaran jî birîndar bûn. Lê dinya alam ji xwere gudarî dike. Ser û tevlihevî, kustin li Misrê hîn jî berdewame. Li gelek welata, li tirkî û li welatê ewrûpa jî ev rûdanê kul i Misrê dibên protestê dikin.

-Li sûrî serê navxwe berdewame, mirov têne kustin. Hîn jî komarên mezin yên weke Emerîqa û Rus û Çîn û maçîn Yekitîya Ewtûpa, jî projeyeke xwe tune, ka wê çawa bikin û vî serê hana bisekinî nin. Lê na sekinandina serê sûrî dixwazin paya wan di vî welatî de hebe, hîna li ser vê ev komaran li hev nekirine. Û bi teybetî ji Emerîqa û Rûs li ser rewsa sûrî li hev nekirine, heta ku li hev bikin ev bê bava, weke ku dibêjin bav û kalên me, ‘ wê hasil big hê Mûsul’. Di vî serî de têye gotin di ser sed hezarî mirov hatine kustin û bi deh hezaran birîndarin, seqet mane û du sê milyon welat terk kirine, çûn welatên cîran û welatê xerbê û hîn jî ser û pefçûn berdewame.

-Îca ev cîhana ku em lê dijîn hayê merivan naghê bê çi dibe, çi çê nabe. Dek û dolabên ku têne kirine hayê meriv jê çênabe, aqilê meriv jî hilnayîne. Û bi teybet jî em kurd çîma tifaqek meye rasteqîn di nav mede çênabe, em weke dijminê xwe dikin, weke birayên xwe û merivên xwe nakin, weke ku bav û kalên me gotine, ‘kustîyo di ber xelkê de’ nebe. Divê meriv di ber gelê xwede bê kustin û we selam…

Balkêş e ?
Close
Back to top button