Nivîsar

‘Însellah vê carê…’ ?

Di van demên dawîn de, rojeva siyasî ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn gelekî agirnak derbas dibe.

Bûyerên ku li ser pêseroja gelê Kurd û Kurdistanê xwediyê giringîyeke mezin in, rûdidin.

Loma berî herkesî çav û guhê kurdan li ser van bûyeran û encamên wan e.

Çi ne ew? Eger em ji wana yên sereke bi kurtî di binê çend sernivîsan de rêz bikin:

– ‘Pêvajoya pêsî lê vekirinê’ ya ku ji alîyê hukumeta AKP hatiye dest pêkirin.

(Di navbera rawestin û mesa kûsî de diçe û tê.)

– Civîna 39 partî û saziyên siyasî yên kurd ku roja 22ê Tîrmehê li Hewlêrê pêkhat.

(Di navbera hêvîkirin û hêvîskestinê de, bi baldarî tê sopandin.)

– Serê hundirîn yê li Suriyê û rewsa tevgera siyasî ya kurd li Basûrê Piçûk.

(Li gor propaganda PYD/PKK -û besek ji medya tirk- ha ha! kurd bûne xwedî hukumet!

Eynî wek di salên nodî de ku hingê qaso ‘Hukumeta Zapê’ û ‘Hukumeta Botan/Bahdînan’ dihatin avakirin…)

– Girz û dijberîya di navbera aktorên mezin ên cîhanê û herêmê de.

(Dêwên mezin -wek DYA û Rûsya- ku her yek li dû berjewendiyê xwe tevdigere, hertim bi bîra me tînin ku ji bo wan ne dostî, ne jî dijmintaya bê dawî heye.)

***

Civîna ku çend roj berê li Hewlêrê ji bo pêkanîna komîteyeke amadekar a ‘Kongreya Netewî’ çêbû , îro mijara herî germ e ku li ser tê qisekirin û nivîsandin.

Gelo kîjan kurdê dilsoz wê bi sazkirina kongreyeke netewî sa nebe? Ev daxwaz û xeyala her kurdekî welatparêz e. Gelo ew ê bi rastî pêk bê? Belê wê rojekê her pêk bê, lê ne nuha! Mixabin hêzên siyasî heta vê gavê jî bo pêkanîna vê daxwaza pîroz ne amade ne. Di serî de helwesta PKK (û YNK a bê Mam Celal jî ), hêviya pêkanîna kongreyeke netewî di roja îro de nade. Kongreya Netewî, sazîyeke netewî û demokratîk e. Endamên wê divê xwediyê armancên netewî û ramana demokratîk bin. Ji vir sûnda eger raman û helwestên demokratî, daxwaz û armancên netewî li ba PKK hasil bibe, ji xwe çêkirina Kongreyeke Netewî wê hêsan be. Lê em dizanin ku heta nuha ev tist nebûye… PKK hertim xwestiye ku xwe wek hêza yekane û desthilatdara yekane li ser tevgera kurd bide ferz kirin.

Wisa xuya ye ku, PKK bi besdariya gelek nûner û alîgirên xwe ve, di civîna 22ê Tïrmehê de, gihîste mebesta xwe ya eslî. Li wir giraniya PKK ket ber çavan û mohra wê li civînê ket. Di civînê de serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêswazî li besdaran kirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji serokê PKK Öcalan re silav sand û silavnama serokê PKK ji bo civînê hat xwendin. Ango ev civîn, ji bo PKK bi qasî civîna Kongreyê bi xwe giring bû. Giringîya vê civînê wek peymana hevkarî û pistgirîya navbera PDK û PKK ya sala 1983 de mezin e. Loma jî silavname û sipasdariya Öcalan ji bo rehmetî Îdrîs Barzanî manedar bû…

Serpêhatî û tecrubeyên nexwes yên salên berê (ji sala 1983 heta îro) helbet di bîra me hemûyan de ne. Lê em pê bawer nebin jî, ji me re tenê hêvîkirin û gotina ‘însellah vê carê xwe xapandin û hevdu xapandin tunebe’ dikeve…

Haluk Agrîn

Balkêş e ?
Close
Back to top button