‘Tevgera Azadî’ tê damezrandin

Mihemed Eren/Amed
Li Amedê tevgereke nû ya bi navê ‘Tevgera Azadî’ ku navê xwe ji tevgera Sêx Seîd wergirtiye tê damezrandin.
Amadekar û dildarê vê tevgerê, pistî civîna du rojan ku li ser nihêrîn, armanc û naveroka wê bên kirin, dê biryara damezrandina partiyek yan jî tevgerek nû bê dayîn.
Endam û dildarên Tevgera Azadî, îro li Amedê, li otela Prestîjê civiyan. Ligel hêjmareke alîgirên vê tevgerê, Cigirê Serokê Gistî yê Komeleya Mazlûman Seyhmus Ulek, Neviyê Sêx Seîd Abdulîllah Firat, Mele Silêman Kursun, hiqûqnas Sidki Zîlan, Berdevkê Komeleya Diyalogê ya Dîcle Firatê Mihyedîn Batmanî, endamê bangewaziyê Adem Ozcaner besdar bûn.
Beriya civînê Quran hate xwendin û pistre tercûmeya wê bi kurdî hate kirin. Li ser navê kesên ku di têkosîna Kurdistanê û îslamiyetê de jiyana xwe ji dest dane, dua hatin xwendin.
Yek ji wan amadekerê Tevgera Azadî Adem Ozcaner, diyar kir ew ê di van herdu rojan de, di civîna xwe de li ser armanc û nexserêya xwe nîqasên berfireh bikin û encama vê yekê ji raya gistî askera bikin.
Hat diyarkirin ku ew bir, alî û kesayêtên kurd, bi pêwistiya pêkanîna bîr û rayên Islamî di bin sîwanek de berhev bînin
Dengê Kurdistan