Nûçe

‘Mala Dengbêjan’ li Agirîyê vebû

Resît Heliz-AGIRÎ

Di roja 04.11.2013 da, li navenda bajarê Agirîyê bi navê Evdalê Zeynîkê komaleyek hatibû avakirin. Di roja yeksema çûyî (24 ê mehê) de jî xaniyek bi navê “Mala Dengbêjan” ji gel ra hat vekirin. Xaniyê komeleyê ku wek mala dengbêjan tê bi navkirin,wê ji çanda kurdî û hunermendên dengbêj ra xizmet bike.

Di vekirina Mala Dengbêjan da gelek welatî û dengbêjên herêmî besdarî kirin. Gelek nûnerên çapameniyê yên herêmi û netewi bernama vekirina Mala Dengbêja sopandin. Di destpêkê da serokê hîmdar ê Komeleya Evdalê Zeynikê Fehmî Atmaca xêrhatin li besdaran kir dû ra li ser armanca vekirina Mala dengbêjan, ji civata hazir û çapemeniyê ra gotareke kurt xwend. Atmaca di axaftina xwe da weha got: “Di dîroka dengbêjîyê de Evdalê Zeynîkê rûpelekî xweser e. Ew hostayekî dengbêjiyê ê herî bi nav û san e; xwedîyê rêçeke eyan e. Loma me bi navê wî komeleyek damezrand.

Dengbêjî ne tenê muzîk e, ji bo kurdan him dîroke him jî çand e. Dîrok û çand a kurdan bi devkî bi saya dengbêj û destanbêjan da, heta roja îro hatîye gîhîstîye nifsê roja me. Ji bo ku ev çand û hûnera Kurdan dewam bike û bighîje nifsên pêserojê, dezgehek pêwist bû.

Em wisa bawer dikin ku bi vebûna Mala Dengbêja valahîk tije bû, ji ber kû dengbêjên Kurd an hêdî hêdî ji holê radibûn, ji vir sûnda bikaribin hûnerê xwe pêlebînin û gesbikin bûne xwedî dezgehekî. ‘

Pistî axaftina serokê Komeleyê, peyam û pîroznameyên hatî hatin xwendin ku di nav wan da peyama birêz Kemal Burkay jî hebû. Nûnerên Ak parti û Huda Par jî di civîna vekirinê de amade bûn. Televizyona TRT, TRT6 û nûnerên medya herêmî jî amade bûn û nûçeya vekirina ‘Mala Dengbêjan’ li Agiriyê di wesanên xwe da belav kirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button