Makale

‘Aqilo famo, kundiro xamo’

Ev gotina li gundê me meshûr bû, heger kesekî ji tistekî fam nedikir ev gotin jêra digotin.

Sê hezar sal berê jî zana û nezan hebûn îro jî usa ye, di zemanê berê da evqas dibistan û zaningeh ji tune bûn. Berî sî û çil sal li alî Dersîmê di gundên der û dora me da gundî nexwende bûn, lê di her gundekî da jî, dîsa li gora gundiyên din tek û tûk mirovên bi aqil hebûn.

Pirr caran gotinên kal û pirê me, rewsa iroyîn tine ber çavên min:

Hinek ji van ew in:

-Aqilo famo, kundiro xamo.

-Dîsa kê pifê te kir.

-Ziman yê te ye, le qezi (soz) ya te nine.

-Kesê ku li hespê xelke siyar dibe, zû da tê.

-Xêr e, dîsa bi ber bayê ketiyî.

-Cizir vizir, dîsa li vir.

-Diz ji dizan dizî, erd û ezman lerizî.

-Gul bû, baran lê ket sil bû.

-Xwedê mirov sas neke, lê sas kir jî bila kas neke.

Û.yd…

Niha rewsa siyaseta Kurd û Tirkan jî li gora van gotinan in.

Mit û Îmrali pifê hevdu dikin, civat li bi ber vî bayî ketiye. Heval Erdoxan pasa û ulu onder qazî Abdullah jî hevdu li hespên ereb siyar dikin, em ci bibên; Xwedê bigerîne ser xêre.

Asitî sertekî mirov bûyinê ye, pêwistî ew e ku mirov him bi xwe ra him ji bi der û dora xwe ra di astîyê da bijî.

Wêrenkaran mala me bi derew, dizi û talanê xirab kirin, dixwazin bi dîsan me careke dî bi destê kurkundir û postageran, bi ayetên dirokî bixapînin.

Aqilbendê aqilbendan jî hene ku evana pêsseroja civatan îpotek dikin û gel dikine nav girtîxaneke vekirî.

Ev gotina ya kê ye ez nizam, lê gora min ji rast e, ‘her civatek li gora xwe rêbere xwe derdixe’

Sûc yê kê ye? Yê min e, yê te ye, yê me ye, yê ewana ye, an ji yê hemûyan e?

Metin Can

Balkêş e ?
Close
Back to top button