Makale

‘Hemîdê Hecî Derwês’ (*)

Gelo li seranserê Kurdistanê, çend pîremêrên me hene, ku bi çalakî besdarê xebata siyasî dibin, çi bi pênûsa xwe, çi bi tecrube, bîr û bawer û pêsniyarên xwe ve, çi bi cî girtin di rêvaberiyê da? Ez hêjmara wan nizanim, navên Mam Celal Talabanî, Ezîz Mehemed, Kerîm Ehmed, Abdula Hesenzade, Celîl Qadanî, Kemal Burkay, Yilmaz Çamlibel Yasar Kaya, Mîstefa Îbrahîm têne bîra min, ku bê guman hinek kesên dinê jî hene, lê bi baweriya min ne zêde ne.

Yek jî wan tekoserên pîremêran Mamoste Abdul Hemîd Derwês e, an jî Hemîdê Hecî Derwês. Mamoste Hemîd îro jî Partiya Demokrata Pêsverû Kurd li Suriyê bi rêva dibe, Sekreterê Gistî ya vê Partî ye, ku bi nave ‘Partiya Pêsverû’ tê nasin.

Temenê Mamoste Hemîd îro 76 sal e, wekî xortekî 25 salî di nav kar û xebatê da ye. Rojek li pêsiya xortan derdikeve kolanan, rojek li pêsiya gel e, ketiye bin tabutekê, sehîdê welat dibine goristanê. Rojek di civîna çapemeniyê da daxwaza gelê xwe pêskes dike, roja dinê ji bona nasandina daxwazên hanê û giftugo li ser wan ligel opozîsyona Suriyê diçe Samê.

Mamoste Hemîdê Hecî Derwês, ku di 15 saliya xwe, ango di sala 1950’ê da besdarê xebata azadî û demokrasiyê dike, sahidê gelek bûyer û pêshatiyên siyasî û civakî ye, ku li Suriyê, Iraq û Kurdistanê pêkhatine. Mamoste ne tenê sahîd bûye, her usa bi xwe jî bi çalakî besdarê peshatiyên siyasî bûye, wekî berpirs têda cî girtiye.

Mamoste Hemîd bîranina xwe berhev kiriye û wekî pirtuk li jêr nave ‘Tevgera Kurdî Li Sûriya Di Bin Roniyê De (Bûyerên Dema 1956-1983)’ belav kiriye. Çapa yêka a pirtuka Mamoste Hemîd, di sala 2000’an da, li Samê bi zimanê Erebî çap bû, çapa dudo jî di sala 2003’an da li Silêymaniyeyê…

Pirtuka hanê herweki Mamoste Hemîd jî dibêje, nîv-dokomentî ye jî…

Wesanxaneyê Deng, bi belav kirina pirtuka hanê bi zaravayê Kurmanciya Jorî û bi tîpên Latînî, karekî girîng encam dide. Ji ber ku bi vî awayî Kurdên Erebî nezan, bi taybetî Kurdên Bakur jî, ji bîr û baweriya Mamoste Hemîd li ser hinek bûyer û peshatiyên, ku dema borî li Kurdistanê qewimine, wê agadar bin.

Bê guman pirtuka Mamoste û bîr û baweriya wî ser hinek bûyeran wê bibe sedema gengesiyê. Her usa ez pêsbinî dikim, ku wê bibe rexne û girjbûnekê gelek tund. Ji ber ku, pêjirandina bîrhatinên nivîsandî bi siweyê maqul di nava civata me da cî ne girtiye. Rexneyên ne heq û ne rewa, gengesiyê bê cî li ser bîranina Hêja Kemal Burkay jî nisana vê yêkê ye.

Bi gor bîr û baweriya min, bîranina siyasetmedaran ji bona têgihistina rastiyan gelek giring e. Bi gotineka dinê, ji bona zanina rastiyan, dokumet û bîranin temamkerê hevdu ne. Ev yêka jî nirxê pirtuka Mamoste Hemîd bilind dike.

Keda min jî di vê pirtukê da heye. Min wergerê Kak Elî Semdîn serrast kiriye. Ez di vî warî da ne pispor im. Lê min xwest bi vî karê ve wefadariya xwe bo Mamoste Hemîd nisan bidim. Ji ber ku ew û Partiya xwe, di rojên teng da alîkariya me kirine.

Ez hêvîdar im ji bona têgihistina hinek rastiyan, ku di dîroka me ya siyasî da gelek girîng in, pirtuka Mamoste Hemîd bibe alîkar.

Gulana 2011

(*): Nivîsa hanê, di pirtûka Mamosta Hemid bi navê ‘Tevgera Kurdî li Sûriya di bin roniyê da’, ku di meha Tirmeha sala 2011’an da, ji aliyê Wesanxana Deng ve hatiye çap kirin, li jêr nave ‘li suna pêsgotina wesanxana’ da ci girtiye.

Mesud Tek

Back to top button