15’Ê GÛLANÊ ROJA DERKETINA YEKEM KOVARA KURDÎ A BI TÎPÊN LATÎNÎ YE

Kovara Hewarê di sala 1932 an de dest bi wesanê kir. Kovar bi serwerî û handerîya Mîr Celadet Bedirxan derdiket, ango xwedî û berpisyarê wê, Mîr Celadet Bedirxan bû.
Hêjayî gotinêye, ku di salên 1928 û 1929 an da, li Ermenistanê, derfetek dane Kurdan ku, ew jî alfabeya kurdî ya latînî amade bikin. Zimanzanê esil asûrî Îshak Moragulov û nemir Erebê Semo alfabeya kurdî Latînî amade kirin. Di Rojnama Riya Teze da gelek nivîsar bi tîpên latînî hatin nivîsandin, her wisan gelek pirtûk bi tîpên latînî hatin çap kirine. Ew alfabe ya pêsîn e.
Xebata Celadet Bedir Xan di 1932 an da dest pê kirîye.
Bêgûman malbata bedirxanîyan wek hikûmet û desthilatdarî di rêya pêsketina doza Kurd û Kurdistanê de bi dilovanîyek bêhempa xebîtîne. Her yek ji endamên malbatê wek wezîrekî kar kirîye. Mîr Celadet jî pirsa ziman ji xwe re kirîye wate û wezife. Mîr Celadet di seferekê da bi yûzbasî Noel ra li ser herfên latînî û zimanê Kurdî nirxandinekê dike û li dawîya çend ceribandinan biryar dide, ku kovareke Kurdî bi tîpên latînî derîne. Kovara HEWARê berhema wê biryarê ye. Her ku tê zanîn heta wê demê gelek deveran Kurda herfên Sansikristi (Erebî) bikar dianîn. Ew jî bi kovara HEWARê bi elfabeya latînî va kete nav çand û edebiyata Kurdi.
Hejmara pêsîn ya vê kovarê di 15’ê gûlana sala 1932 yan da, hejmara dawîn jî di 15’ê tebaxa sala 1943 an da derketiye. Ev kovar li bajarê Samê hate çap kirin. Kovar dinav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê, Karmansahê û heta Mûsil û Bexdayê dihate belav kirin. Kovar 57 jimar derketine.
Serborîya HEWAR’ê helbet destkevtiyeke giring e. Ev serborî di xwendin û nivsandina Kurdî da qonaxeke nû û serdemeke nû ye. Lewra hin kes û derdorên sîyasî va bûyera wek cejin ilan kirin. Di sal 2006’an da KCK û KNK ev roja wek’ cejna zimanê Kurdî’ ilan kirin. Pasê ji dezgeyên xwegirtîyên wan, MKM û Enstîtuya Kurdî li Stenbolê,Tevgera Zimanê Kurdî û yê din jî, wê demê da ev kara xistin rojeva bîr û raya Kurdan.
Helbet her kes dikare bi tistekî va kêfxwes bibe, wek cejin pîroz bike. Lê ji bona ku bûyerek bibe çejnek mîlli, lazime rêxistin û sazumanên milli û her wiha raya gisti a millet vê bûyerê qebul bike, li ser biryar bide. Iro ji bo vê rojê biryarek wiha tûne. Otorîte û zimanzan û akademisyen tistekî wiha erênî nekirine. Ji xeyni besek ji Kurdên bakûr, tu kesekî li hîç besekî Kurdîstanê wek cejin nepejirandîye. Lewra ye, ku ev roj ne rojek yan cejnek milli ye.
Helbet xebata Mir Celadet û rola HEWARÊ ji bo Kurdan karekî pîroz e. Miletê Kurd minetdarê Mîr Celadet û xebatkar û nivîskarê HEWAR’ê ye. HEWAR ê serdemeke nû û nûjen pêkanîye.
-Pîroz be 88 salîya Kovara HEWAR’Ê
-Rûhsad be Mîr Celadet Bedirxan
Dengê Kurdistan