Nivîsar

2’yê Rêbendan

Di rojeke weha da li meydana çarçira ya Mahabatê da, roja Kurd li Rojhelata Kurdistanê da helat.
22.01.1946, an ku di roja 2’yê Rêbendanê da Pêsewa Qazî Muhemed bi besdarîya civateke mezin ji her çar parçên Kurdistanê.li Meydana Çarçira da aAa Rengîn li darxist û ji dayik bûna komara Mahabatê ragihand.
Belê 66 sala berî niha bi pêsengîya PDK-Î li Rojhelata Kurdistanê Komara Xudmuxtarê Mahabatê damezrand.
Belê Komara Mahabatê her çîqas temenî xwe salek jî nekir, lê belê gelek destkevtên hêja û giranbiha xulqandin.
Li dîroka dur û dirêjê netewa Kurd da, ev Komarê wekû rupelekê zêrîn hatîye tomar kirin: Wek sitêrekê ges û birîqedar li esmanê Kurdistan,,ji bo xebat û tekosana gel û welat armancekê pir bihagiran.
Netewa kurd bi xasima gelê me li Rojhelata Kurdistanê bi pêsengatîya PDK-Î , rojeke zêrîn li dîroka netewa Kurd da tomar kirin bi xûna sorxelata sehîdên komarê hate xemilandin.
Komara Mahabatê di 31’ê Adarê da her li wê meydana ÇARÇIRA da, bi sêdarê dana Pêsewa Qazî Muhemed, Sedrî Qazî û Seyfî Qazî, ji alîyê rejîma dagirkere Sahensahî hat ji holê rakirin.
Pêsewa Qazî Muhemed Ala Rengin emanetî generalê navdar,serkirdê meydanî Mela Mistafayê rêber kir û Barzanî ew ji dagirkerên Kurdistanê wek rohnîya çavên xwe parst, hita ku ew rumetî bû nesîbê Serokê Herêma Kurdistanê li Basur, emanetê Pêsewa, bi destê xwe li asmanê Kurdistanê li jêra surudê EyReqîb li darxist.
Bi vê yêkê nemiran Pêsewa û Barzanî hatine pistrast kirin.
Nevîyên wan, rêving û alahilgirên wan ew erka xwe bi cîh anîn, soz û peymana xwe bi cîh anîn.
Wana rumetîyeke mezin kirin.
Her bijî desthelatdarîya sîyasîya basûra Kurdistanê.
Belê eve li ser hev 66 sale PDK-Îranê , hizba Qazî û Qasimlo û Serefkendî her di vê rêbazê da bê rawistan berxwedide.
Xebata wan camêrana bi gotarekê wusa kurt da nayê nivîsandin.
Lê belê ez dixwazim tenê karekê wana yê bi rumet li vêderê da destnîsan bikim.
Li ser ziman û çanda xwe çawa çeper girtin.
Dema ku rejîma sahensahî hilwesa, derfet xulqa, Hizbê dest bi perwerda zimanê Kurdî kir.
Berî her tistekî di nava refen hizbê da destpê kir, mamosta yên dersdar perwerde kirin, li her gundekî rizgarî kî rda, xwendigeh ji bo zarokan û dersa fehrbûna zimanê Kurdî ji bo mezinan desteber kirin.
Hizba Qazî, Qasimlo û Serefkendî li jêr xebata serê çekdarî da qet û qet sistî nekir, sengerê çandî û civakî û aborî û sîyasî bi hevra domand.
Her çîqas Kurdî û Farisî pismamê hev bûn jî, dest bi cîh ziman û çanda Kurd vejîyand.
Bê guman alozîyeke mezin li wêderê da jî heye, gel bi sê zara diaxive, Kurmancî, Soranî, Hewramî û Lorî.
Hizbê her di vê rewsa giran da hemû alîyên jîyanê bi zimanê kurdî xemiland.
Di baregehên xwe da, di karê rojane da, di nava refen pêsmerge û kadiran da zimanê Kurdî hate cihgîr kirin.
Hita gelek kesên ku ne Kurd bûn, wek Fars, Belucî, Azerî ku di nava rêzên hizbê da bûn, fêrî
kurdî bûn.
Lê bas e gelo em Kurdên Bakurê, wê kengî bikarîbin, di mala xwe da di nava refên teskîlat û rêxistina xwe da, di nava komel û civatên xwe da zimanê xwe bi kar bînin.
Ji ber ku bê ziman jîyan nabe. Belê bê guman wek mirov jîyan berdewam dike û her cihê ku cîwar e û bi her zimanekê ku dixwaze bijît, lê wek Kurdekî welatperwer û dilsoz nabe.
Kengî me xwe ji wan qeyd û bendana rizgar kir emê hingê bikarîbin gel û welat ji, ji bindestî rizgar bikin.
Ji ber ku rizgarî di nava destê me da ye.
Me ew di nava qeyd û bendan da hêlaye.
Bi hêvîya wê rojê.

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button