Nivîsar

24 ÎLONÊ 1945

Awê dengiz yê zaf zelal eyeya ko:
hema çoy tedi astamberê nîkerda.
Qijo ko zaf jêhat:
hema gird nibû.
Ruêj ma yê zaf wês:
hema namê cuyayis.
Û eya qala zaf wes ko,
ez wazena tu ra vajî:
hema tu ra nivata mi…

24 ÎLONÊ 1945

Ava behrê ya herî zelal eve ku:
hîna tu kesî têda avjenî nekirîye.
Zarokê herî xwesik:
hîna mezin nebûye.
Rojên me yên herî bas:
hîna nehatine jîyînê.
Û gotinên herî xwes ku
ez dixwazim ji te re bibêjim:
evin ku min hîna ji te re negotine.

BAJAR, SOND Û TI

Virarê mi di sima zit bitî
bajar, sond û ti
ruesnayê sima dona mi sûret rî
yow zî buêyê gijîk sima.
Eya zerr ko donapirîye yê kama?
Sêr nefês ma di vêng yey yen pê kute ‘ kuta
awi veng yê tu, yê bajar, yê sond, nîo zî yê mino?
Sond ça di qedîyen û ça ra destpêken bajar
ça di pêynî bajar yena û ti bi xwi ha ça da
ez ça di bena vîn û kam cadi asîyena?

BAJÊR,ÊVAR Û TU

Di hemêza min de hûn tazînin
bajêr, êvar û tu
ronahîya we li sûreta min dixe
yek jî bîhna porên we.
Ev dila ku lêdixe ya kêye?
Li ser nefesa me da dengê wê tê bi kute ‘ kutê
ev deng ya te, ya bajêr, ya êvarê, an jî ya mine?
Êvar li ku diqede û kuva destpêdike bajêr
li ku dawîya bajêr tê û tu bixwe kudayî
ez li ku wenda dibim û li ku xuya dikim?

09.Tîrmeh 1959

Xwendevanên delal, ev herdû helbest yên Nazim Hîkmet’ê ne û min wergerandîye ser zazakî û kurmancîyê.Hêvî dikim ku bixwînin û pê razîbin.Heyanê careka din bimînin di nava asitî û aramîyê de!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button