30 salîya Komela KOMKAR a München hat pîroz kirin

Rênas Sütçü / Dengê Kurdistan Münih
Komela KOMKAR ya München 30 salîya xwe bi besdarbûna endam û dostên xwe va bi çosek mezin hat pîroz kirin. Pîrozkirina 30 salîya komeleyek di nav Kurdan da gelek karekî giranbuhaye. Li München xên ji komela Komkare tu komel negihistine vê mertebe. Sahî bi axaftina endamê Komitaya Rêvebirina Gistî ya KOMKARê Adnan Sütçü hat destpêkirin. Dura Serokê komelê M. Ali besdarvan silavkir. Di axftina Xwe da li ser gringîya karê Komeletî sekinî.
Her wusa damezrenê komelê birêz Bernd Empen û Peter Hermann jî axaftin. Cihe sanaziye ku besdarbûna Berpirse PDK ê Navçê birêz Agit Nerwai û her wisa sekreterê birêz Neçîrvan Barzani kek Sewrî Barzani em gelek sa kirin. Di kombûnê da birêz Agit Nerwai jî axaft. Di axaftina xwe da bal kisand ser sêre pêsmergeyê qehreman. Sahî bi xwarin û vexwarinê û bi muzika gelêrî û bi dilanê heya derengiya sevê domkir. Di sahîye da besdarvanan kurtefilmek ku li ser çalakîyen Komelê bû temase kirin. Film ji alîye Asrîn e hatibû amadekirin. Pîroz kirina 30 salîya Komkar Münih e da 4 xelat hatin dayîn. Bona xebata bê westan ya 30 salî Maygul Dogan, Nurcan Sütçü, Mehmet Ali Dogan û Adnan Sütçü xelatên rûmete girtin. Di sahiyê da çend peyamên pîrozbahîye jî ku ji alîyê saredariya München, ji Birêz Kek Kemal Burkay, û ji Rohat Geran hatin xwendin.
Dengê Kurdistan