Nûçe

40 salîya Komeleya Karkerên Kurdistan li Swêdê (KOMKAR-Swêd) hat pîrozkirin

Komeleya kurdan ya herî kevin li Swêdê KOMKAR-Swêdê îsal 40 salên xwe tijî kir. Îro 40 salîya komelê di komcivîna wê ya salane de hat bîr anîn û pîrozkirin. Di komcivînê de komîteyeke nû ya rêvebir hat hilbijartin dû re vîdeoyeke kurt li ser kar û xebatên komelê yên 40 salên borî hat ravekirin.

Komela KOMKAR-Swêd, wek navendeke girîng ya çand, ziman, wesangerî û diplomasîya Kurdan li Swêd û Ewropayê komeleyeke eyan û naskirîye. Di dîroka kurdên dîsporayê de xwedîyê rêçeke welatparêz, di kar û xebatên xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê de navnîsaneke berbiçav e. Eger em vegerin û berê xwe bidine wan xebat û xizmetan em ê bibînin ku ev gotin ne pesnên vala ne…

Xebatkarên KOMKAR Swêdê, bi videoyeke kurt hin dîmen û rewsên 40 salên derbasbûyî anîn ber çavan. Di civînê de vîdeoya ku ji alî ciwaneki me bi navê Servan hatibû amadekirin, hat temasekirin. Xebatkarên KOMKARê pêwîst dibînin û dixebitin ku wan xebatên 40 salan di demên pês da wek filmeke dokumenter arsîv bikin ji bo nivsên pêserojê.

KOMKAR-Swêd hertim li ser sopa tevgera welatparêz ya ”Rîya Azadî” da mesîyaye. Û îrojî li ser vê xetê dimese.

KOMKAR-Swêd, wek komeleyeke demokratîk ji mihacirên kurd ra her tim bûye dergehekî alîkarîyê. Her wext lokala wê hebûye. Li wê derê însanên me civîyane, hatine ba hev li ser pirsên welat, li ser jîyana xerîbîyê guhdarîya hevdu kirine, ji bo pirsên xwe yên rojane alîkarî xwestine, tev li xebatên komelê bûne.

Komelê, di gel çar komeleyên din, di gulana 1981-an da cara pêsin FEDERASYONA KOMELEYÊN KURDISTANÊ LI SWÊDÊ avakirîye.

KOMKAR-Swêdê bihayekî mezin daye xebatên ser ziman û çanda kurdî. Ew ji zûda bûye navendeke çanda kurdî.

Komela KOMKARê ji sala 1978-an sûnda kovarek derdixist bi navê ROJA NÛ. Kovara ROJA NÛ di destpêkê da bi tirkî û kurdî derdiket, lê ji sala 1983-an sûnda tenê bi zimanê kurdî derket. Wê heya sala 2001 wesana xwe domand.

Komelê di sala 1980-an da wesanxaneyek vekir û dest bi çapkirina pirtûkên kurdî kir. Heta niha nêzîkî 80 kitêbên kurdî, dîwan, roman, li ser tarîxa Kurdistanê, gramer, dersên zimanê kurdî, folklor, pîyes û hwd. hatine wesandin. Xizmetên ku KOM-KAR`ê li dervayî welat pêskêsî ziman û çanda kurdî kirîye, îro êdî bi xurtî xwe digihîne hundurê welat jî. 20-30 sal berê kesên ku bi kurdî dixwendin û dinivî-sandin ne gelek bûn. (Li Kurdistana Bakur.) Lê îro li hundir û derva bi dehan rojname û kovarên ku xwerû bi kurdî derdikevin hene. Di vê pêsketinê da xebatên KOMKAR-Swêdê jî roleke bas û berbiçav leyîstîye. Dijminên gelê kurd dewletên kolonyalîst û xasma jî dewleta tirk ya hov û soven propaganda dikirin ku zimanekî kurdî tune, kurd bê binyat in, bê dîrok û çande ne. Xebatên KOMKAR-ê di vî warî da bûye parçeyekî xebata pûçkirina derew û propagandayên kolonyalîstan.

Me bi kurtî behsa komeleyeke kurdî û kar û barên wê yên 40 salan kir. Bêguman çavkanîya xebata wê ya evqas salan ku bêwestan dom kirîye, bîr û bawerîya wê ya xurt ya ji bo azadîya Kurdistanê ye. Kurdistaneke azad û jîyaneke serfiraz li ser axa kal û bavan, herdem hêvî û armanca wê bûye. Hêvîya me îro ji her wextê xurttir e. Bivê, nevê , zû yan dereng gelê kurd dê azadîya xwe û welatê xwe bistîne. Ew roj ne dûr in.

Dengê Kurdistan

Back to top button