45 êrîsên asmanî li dijî DAISê hatin pêkanîn

RÛDAW – Artêsa Amerîka ragihand ku balafirên hevpeymaniya navdewletî û yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 4 rojên borî de 45 êrîsên asmanî li dijî navendên çekdarên DAISê li Iraq û Sûriyê pêkanîne
Fermandariya Navendî ya Hêzên DYAyê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand ku balafirên DYAyê û hevpeymaniya navdewletî 30 êrîsên asmanî li Basûrê Kurdistan û Iraqê û 15 êrîs li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê li dijî DAISê hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nava êrîsên li Basûrê Kurdistanê de, 7 êrîs li parêzgeha Kerkûkê, 4 li Singalê, 3 li Teleferê û 4 li nêzîkî bajarê Mûsilê li dijî navend û wesayîtên DAISê hatin pêkanîn ku di encam de gelek navend, cebilxane û otombîlên wê rêxistinê, balafirên ser dan ber bombeyan.
Li gor daxuyaniya artêsa Amerîka, balafirên hevpeymaniyê 3 caran êrîsî navendên DAISê li nêzîk bajarokê Qayim yê li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de kirine, herwiha 3 êrîs li bajarê Rûmadî li parêzgeha Enbarê û 2 li bajarokê Bêcî li parêzgeha Selahedînê pêkanîne.
Fermandariya Navendî ya Artêsa Amerîka diyar kir ku balafirên hevpeymaniyê di nava 4 rojan de 14 êrîsîn asmanî li dijî çekdarên DAÎSê li bajarê Kobanî pêkanîne ku di encam de 4 cihên wê rêxistinê, 3 avahî, 2 tank, cihekî topxaneyê û 8 yekîneyên taktîkî yên DAISê hatine têkbirin.
Dengê Kurdistan