50. Mihrîcana Fîlman ya Pirteqala Zerîn ya Antalyayê
Hewlêr (Rûdaw) – Îsal di 50. Mirhrîcana Filman ya Pirteqala Zerîn ya Antalya yê de sînemagerên kurd xelatên gelekî bas sitandin. Derhêner Ferit Karahan bi filmê xwe yê ‘Ketina Ji Bihûstê’; Derhêner Pîran Baydemir bi dokument-filmê xwe ‘Fecîra’; Derhêner û lîstikvan Gulistan Acet bi kurte-filmê xwe ‘Behista Zebesan’ xelat wergirtin. Ji bilî xelatên filman, Gulistan Acet û Rojîn Tekin xelatên lîstikvaniyê jî sitandin.
Gulistan Acet, bi kurte-filmê xwe ya”Bihusta Zebesan” bêsdarî 2. Mihrîcana Filmên Navnetewî ya Dihokê bû û li vir ji xelata jurî ya taybet stand.
Bi vê mebestê em ji bo xwendewanên Rûdaw’ ê bi derhêner Gulistan Acet û Ferît Karahan va li ser filmên wan, li ser sînemaya Kurdî axifîn.
Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij
Gulîstan Acet
Gulîstan Acet Êlihê hatîye dinyayê. Ewî di sala 2009’an de li ser mamostetiya zimanê Tirkî zaningeh qedand û di sala 2013’an de jî li ser zimanê kurdî lîsansa bilind qedand. Ev 4 sale ku perwerdeya wê ya li ser sînemayê didome.
Gulîstan dema xwendawanîya xwe ya zaningehê de di komên sînema û sano de cîh girtîye û pistî qedandina zaningehê besdarê kolektîfa sînemayê bûye.
Gulîstan dibêje, çîrokên kû min bigota pir bûn, ez nikaribûm ewna bi mamostatî bigihijinim mirovan tenê dikarim bi sînemayê çîrokên xwe belav bikim, lewra min karê sînemayê hilbijart.
“Bihusta Zebesan” fîlma yekemîn ya Gulîstan e. Ew dixwaze di sala 2014 ande li ser bandora ol ya li ser zarokan û civatê kurte fîlmek biksîne.
Ferît Karahan
Ferît Karahan li Musê hatîye dinya, di sala 1986 an de zaningeha Îstanbul xelas kirîye. Ewî di destpêka xwendina xwe ya zaningehê de dest bi lêkolînan li ser karê sînemayê (Semîyolojî) kirîye. Ferît televîzyon û sîrketên reklamê de wek alîkarê derhêner, niviskarê senaryo kar kirîye, rojnameyan de nivisarên rexnegirtinê li ser sînema nivisîye. Ew niha ji sîrketek de wek derhênerê reklamê kar dike.
Ferît Karahan heta nika kurte fîlmên Beriya Tofane – 2010, Welatê Mîlyarderan – 2010
Xewna Yusu ‘ 2011 kisandine û fîlmên Tu bûyîn ‘ 2007 û Press ‘ 2009 de wek alîkraê derhêner kar kiriye. Fîlma Ketina Ji Bihustê’ fîlma direj ya yekemîne kû Ferit Karahan wek derhêner pêk anîne.
Ferît Karahan dibêje, min cara yekemîn salên zaningehê de li sînemayê fîlm temase kir, fîlm û atmosfera wê pir bandor li ser min hist, ji ber wê min birayara xwe da kû ez ji fîlman biksînim.
We di 50. Mihrîcana Filman ya Pirteqala Zêrîn ya Antalyayê de xelat wergirtin. Ez zanim kû ew xelatên we yên yekemîn bûn, hûn dikarin behsa hêsten xwe bikin?
Gulîstan Acet: Min hem li Antalyayê hem ji li Dihokê xelatên xwe yên yekemîn wergirtin. Ew ji bo min hem surprîzek mezin bûn, hem ji bextewarîyek mezin bûn. Min ûsa hîskir kû ez karên bas dikim.
Ferît Karahan: Helbet pir bas bû û ew min motîvê bike ji bo kisandina fîlmên din. Lê dîsa ji gava ez senaryoyên bas binivîsim ew werin destek kirin, senaryoyên min ne bas bin, ewê neyên destek kirin.
Hûn di kurte Fîlma xwe ya Bihusta Zebesan’ de behsa kiryarên Hîzbulahê dikin. Ez dizanim kû malbata we ji ji ber ew kiryaran zirara dîtiyê? Hûn çima ji jîyana xwe çîrokek hilbijart, ji ber kû çîrokek sexsîye, ji bo hûnerê nabe pisrgirek?
Gulîstan Acet: Di salên 1990 de ez zarok bûm. Lehenga çîrokê Mîzgîn xwiçka min e. Li gor dîtina min ew ne pirsgirêk e, ew awantajek e. Lewra hûner qasî kû civatî ye, ewqas ji sexsî ye. Gava tu çîrokê hîs nekî, tu nikarî kesî bidî bawer kirin.
Çima navê fîlmê Bihusta Zebesan’ ye?
Gulîstan Acet: Lehenga çîrokê Mizgîna 8 salî ji kiryarên Hîzbulahê ditirse, lewra dixwaze berê kû mezin be, bimire. Ji ber wê her tim dixwaze xwe bikujê û bigihije nîmetên bihustê. Ew ûsa dizane kû li bihustê zebes pirin, lewra ew zebesan pir hes dike. Mîzgîn ji ber kû ji ew dinyaya hêwilnak xelas be, gavêk zû xwe bigihijîne zebesan tekosînek dijwar dide.
Çima fîlmê de tenê zarok hene?
Gulîstan Acet: Lewra dema em zarok bûn ji bo me mezin, tenê sedemên xirabiyan bûn. Kustin, lêxistin, revandin; tev bi destê mezinan dibûn. Di vî fîlmê de min xwest ez jiyana zarokan, hêstên wan û bandora mezinên wan ya li ser wan nîsan bidim.. Min nexwest jiyana zarokan bi mezinan biherimînim.
Piranî fîlmên kurdan de kû behsa kiryarên kustinê yên kujer ne dîyar de taksîyek sipî heye.
Gulîstan Acet: Torosa Sipî li Kurdîstanê ji bo kiryarên Hîzbulahê û biyarên kûjer ne dîyar de îmgeyek e. Lewra ew ji bo sînemaya kurdî ji îmgeyek e. Her çiqas di fîlmên kurdî de torosa sipî pir têkaranîn ji, lê ew rastîyek e. Ne karanîna torosa sipî bibe kêmasîyek ji bo gotina çîrokê.
Ferît Karahan: Taksîya Sipî edî li cem kurdan sendromek e, sendroma tirsê. Dibe kû bibe klîse, lê di nav jîyanê de ji gelek klîse hene. Karanîna we û nûva afirandina vayê girîng e.
Îsal ji bilî we Pîran Baydemir jî xelat wergirit. Hûn Mihrîcanek Tirkîye de ew serkeftina sînemagerên Kurd çawa dinirxînî?
Gulîstan Acet: Ez bi navê Pîran Baydemir û Ferît Karahan ji pir kêfxwes û serbilind bûm. Kurdan li vir hem warê fîlmên dirêj û kurt hem ji fîlmên dokumanter de xelat wergirtin. Ew ji ji bo hemû kurdan cîhê sabûn û serbilindîyê ye. Ew ji bo pêsveçûna sînemaya kurdî ji pir bas e. Ne tenê kurd, tirk jî êdî bawerin ku sînema Tirkiyê bi piranî li ser milê kurdan dimese. Ji ber ku jiyana kurdan, ne wekî miletên din rehet û yekaheng e. Gava hun kurd bin di rojekê de dibe ku her tist were serê we. Tistekî din jî li gorî min ji ber ku kurd, her tim ji bilî çand û zimanên xwe herî kêm çand û zimanêkî dî jî gelek bas fêr dibin, nêrîna wan a jiyanê gelek tûj û xurt e. Çîrokên xwe jî bi piralî tînin ziman.
Ferît Karahan: Li gori min sînema li cem kurdan dinyayêk pir nû ye û kurd pir birçî ne, ew serkeftin ji ber wê ye. Lê çend xelat girtina me nayê wê vateyê kû sînemaya kurd difire, pir pêsva diçe. Divê ew me neke serxos, hîn rêya me dirêj e.
Gelo navbera dayîna ew xelatan û rewsa sîyasî ya Tirkîye de pêwendîyek heye?
Dibe kû reswa sîyasî ya dawî di mîhrîcanan de sansê kurdan zêde kirîye. Edî kurd ji tên dîtin, çav lî wan nayên girtin. Sansor û otosansor kêm bûye, atmosferek nerm pêk hatîye. Lê dîsa ji fîlmek ne bas tenê ji bo xizmetkirina pêvajoyê nayê xelat kirin. Divê fîlm bas be.
Ferît Karahan: Miheqeq heye. Însan rojname dixwînin, rewsa sîyasî disopînin. Yên kû jurîyê da ne, wek min û te însan in, li bin bandora rewsa sîyasî de dimînin.
Wan salên dawî de edî kurd ji Mihrîcanên filman pêk tînin. Tekiliyên sînemaya kurd û sînemagerên kurdan ên li parçê Tirkî û li parçên din bi çawa ne?
Ez pêkanîna ew mîhrîcanan pir pêwîst dibînim, lê ne bes in. Divê mîhrîcana wek mîhrîcana Dihokê li her parçeyê Kurdîstanê de were çêkirin. Sînema berhemê hismendîyek gistî ye. Ew hismendî encax bi hevxebata hemû parçeyên Kurdîstanê dikare pêk were. Divê sînemagerên çar perçeyên Kurdistanê bihevre mihrîcanên navnetewî û mezin çêkin da ku em dîsa perçeyên xwe yên wenda bigihîjinîn hevdû.
Ferît Karahan: Li gor min hin navbera me de têkilî nînin. Her kes li herema xwe de fîlman çê dike. Ez hêvîdarim dahatî de em bikaribin bi hevra kar bikin.
Tu fîlma xwe ya Ketina Ji Cenette’ de behsa du jîyanan dikî? Jîyanek keça tirk û ya keça kurd. Tu çima ew çîrok hilbijart? Çi parelelî heye navbera jîyana ewana de?
Ferît Karahan: Ew çîroka du keçanê ku nakokîyên wan û civatê hene. Tirk û kurd edî pir disibin hev û heman atmosferê serê de dijin. Helbet janên kurdan kûrtirin, berdêlên wan mezintirin, êsên kû kurdan kisandine êsên hêwilnak yên dîrokê ne, lê êsên dê û bavên tirkan yên bê gune ji mezinin. Gava em asitî bixwazin, divê em êsên yên hevbera xwe ji fehm bikin.
Ez bawerr dikim hûn ji wezîrtiya Tirkîye alîkari ji stendin, çawa dikare wezîrê Tirkîye alîkari bide fîlmek kurd?
Ferît Karahan: Wek jurîyê Antalya li wê derê ji lijneyek nîvbiserxwe heye. Yên vê lijneyê ji pisporên sînema û însanên xwedî wîcdanê pêk tên. Ew destek didin.
Hûn Antalyayê gava ji bo xelat girtinê hatin li ser sehne, we gotin, Biji Berxwedana Rojawa’, çima hûn hewcetîya tistek ûsa dîtin?
Ferît Karahan: Ji ber kû Rojawa ji bo min berê her tistî pirsgirekek wîcdanî ye. Bi salanê li wê derê însan sêr dikin û dimirin. Lê piranîya raya gistî ya dinyayê vê yekê nabîne. Tirkîye ji di nav yên bêdeng daye. Min helwesta xwe ûsa anî ziman.
Wekû hûn disasnin ji bo sînema, pere, sektor û bazar lazime, ji ber kû edî parceyek Kurdîstan azad e, mirov dikare behsa hebûna sînemaya kurdî bike? Hebûna Kurdîstan Basûr çi tesîr kiriye û bike li ser sînemaya kurd?
Gulîstan Acet: Helbet di wan salên dawî de mirov dikare behsa sînemaya kurdî bike, ji ber kû gelek fîlm hatine kisandin. Edî kurd bi fîlmên xwe festîvalên navnetewîde ji cîh digrin û
Serkeftî ne. Gelêk derhêner, senarîst û lîstîkvanên kurd gihistine. Lê sînema endustrîyek e, sektorek e, hê ji dewlem,endên kurd fonên kurd kû pereyên mezin ji bo sînema xerc bikin nînin. Mixabin sînemagerên kurd hê ji bi alîkarîya wezîrtîyên dewletên desthilatdar fîlmên xwe diksinîn.
Ferît Karahan: Li gorî min em nikarin behsa sînemayek kurd bikin. Sînema hemû dinyayê de endustrîyek e, ew li cem kurdan nîne. Divê torên belav kirinên me û sînemayên me hebin. Berê her tistî dive temasewanên me hebin, sendîqayên me hebin. Ew nînin.
Seyîdxan Kurij