Haber

70 saliya salvegare Komara Kurdistan a Mahabadê li London`ê hat pîrozkirin

Harûn Seferî / London

70 saliya salvegara damezrandina Komara Kurdistan -Mahabadê di roja 23ê Çile 2016 `a de li Londonê hat pîroz kirin. Civîna bîranînê ku ji alî Hizbî Demokrat ve û bi alîkarîya KOMKAR Londonê hatibû amadekirin bi xwendina ‘Ey reqîb’ û rêzgirtina sehîdan dest pêkir. Berpirsekî Hizbî Demokrat li ser rol û giringîya Komara Mahabadê û serpêhatîya wê gotarek pêskês kir.

Gelek partî û saziyan ji civînê re silavname û mesajên yadkiri sandibûn. Di nav wan de mesaja Komkar Londonê hebû.

Mesaja Komkar-Londonê;

Em 70 salîya salvegera damezrandina Komara Kurdistan -Mahabadê pîroz dikin, di eynî wextê de nemir Pêsewa Qazî Mihemed, nemir Melle Mustefa Barzanî û hemû sehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin û bejna xwe li ber yad û têkosîna wan ditewînin. Îro jî berxwedana gelê kurd li herçar basên Kurdistanê berdewam e. Wê roj bê gelê kurd jî wek hemû neteweyên cîhanê bigihê hemû maf û azadîyên xwe.

Bijî azadî!

Bijî Kurdistan!

Dengê Kurdistan

Back to top button