Nivîsar

8 Adarê

8ê Adarê rojekî dîrokî ye, roja hildana ala xebatê li dijî zulm, sêlandin û cudatîyên li dijî jinan e.

Wek tê zanîn di 8 ê Adarê di sala 1857 an da, jibo jin jî bibin xwedî desthelat û mafên wekhevî, li Emrîkayê li bajarê New Yorkê da deh hezaran jinên ku di tekstîlê da kardikirin, li pêsberê kapîtalistan serî hildan.

Ji bo aborîya wan bas bibe, saetên wan yên xebatê hindik bibe, li dijî karbidestan dest bi girevê kirin. Li ser vê girevê, polîsan êrîsen wan jinan kirin û di vê êrisê da 140 jin hatin kustin. Ev roj, li dinyê da wek destpêka roja tekosîna jinan hat qebûlkirin.

Rêxistina Netewên Yekbûyî, di sala 1975 da vê rojê, wek sala jinên dinyayê îlan kir û di sala 1977 an da biryar girt ku dive 8ê Adarê, wek roja jinên li seranserê dinyayê da were pîrozkirin.

Li ser vê biryarê, jinên dinyayê bi taybetî ji bo , jin bibin xwediyê mafên wekhevî, demokratîk, û azadîyê, piranî di welatên pêstaçûyî da, mes, konferans, semînar û panel pêkanîn û vê rojê bi hev ra pîroz kirin, hê jî dikin.

8ê Adarê da li welatê me da ji, jinen ku wekhevi, asiti û azadi dixwazin, tên cem hevdû, deng didin dengê hev, li pêsberê kedxwar û zaliman serî hildidin.

Di Kurdistanê da ne tenê jin, her wuha welatê me jî tê sêlandin. Welate me bin destên dijminda ye. Dijminê me ne yek e. Dismine me Kurdistanê kirine çar perçe. Jinên Kurd li pêsîya vê zilm, zordestî û sêlandinê jî serî hildidin. Dixwaz e him xwe, him jî welatê xwe azad bike. Bi serbilindî û serfirazî bijî.

Jinen Kurda ne tenê ji bo nasnama xwe yê cinsî, her wuha ji bo nasnama xwe yê netewî, çînî, olî jî tê pirçiqandin. Barê jinên kurda bi rastî gelek giran e.

Tekosîna jinan, ji gelek sala virdane bê rawestandin dom dike. Jinên Kurd cara yekem di sala 1919 da bi navê ‘Kürt Kadinlari Teâli Cemiyetî’ komelek jina ava kirin. Jinên Kurda ev sed salin li pêsberê zalim û kedxwaran berxwe didin. Mixabin hê jî negihîstîye armanca xwe.

Ez dixwazim di 8ê Adara îsalîn da, navê hinek jinen navdar û tekoser bîrbînim.

Hinek dirokvan behsa jinek Kurda dikin, dibejin ‘du jinên kurdên ji Esîra Sindiyan ku navê wana Nefertîtî û Nefertarî bû, 3500 sal berê, li Misirê dibin pêskêsê dewletê.

Beriya dused salan Fata Res, weke berpirsyara miletê Kurd li paytextê Osmaniya li Îstenbolê da karbidestên padisahê Osmanîyan va tê vexwendin.

Serokartêsa kurdên Hekariyan jinek bû.

Serokleskera Esîra Sîwaniyan jinek bû. Navê wê Mama Kara Nêrgiz bû. Wê xanimê ji bo azadîya welatê xwe, li pêsberê Osmaniyan da ser kiriye.

Li gel wan herdû serokên jin, Seroka Konfederasyona Mîlanê jî, jinek Kurd bû.

Navê Serokleskera Serhildanê Babizma, Tahire Querretu’l-Ayn e. Di sala 1849 da di meclisa Tahira Querretul’l Ayn da jinek di cemaata mêran da cîta serê davêje erde û dibeje ‘ jin û mer wekhev in.’ Ango wekhevî ya jin û mêran îlan dike.

Serokartêsa kurdan Mama Meryem, li pêsberê artesa Urusan ser dike. Ew xanim jina Sêxê Neqsîbendî Mihemed Sadiqî bû.

1928’ê seroka kurdan a li Îranê Mama Meryem ji aliyê sahê Îranê ve tê têk birin.

Dîsa 1924’ê seroka konfederasyona Cafê Adîle Xanim e.

Berîya 1000 salan rêvebera dewletê ya dawîn Seyyida Mama Xatûn bû. Dîroknas Nîkîtîn dibêje: Wê heyamê hinek pêsevanên kurdan ev jin bûn: ‘Mama Pûra Helîma, Mama Nêrgiz, Mama Perseng, Mama Meryem, Mama Edîle û hwd.

Di Serhildana Agirîyê da ku di nav salên 1926-1930 qewimî bû, gelek jinên Kurd tiving di dest da keti bûn nav ser. Besê Xanim, Hedê Xanim û Zeynêya Hamo di nav vî serê da bibûn efsane. Di ser van tekoserên Kurdistanê, gelek kilam hatine gotin.

Leyla Qasim: Wek tê zanîn Leyla Qasim gernasek, tekoserek Kurdistana Basûr bû. Bi destê rejîma Baasîyan hat darda kirin.

Leyla Bedirxan yekemîn keça kurd e ku di warê hunerî de pêsketî ye. Her wuha yekemîn keça li ser asta Rojhilata Navîn, di hunera baleyê de dîsa yeke ji navdartirîn jinên semakerên cîhanî ye di sala 1930’an da.

Her çiqas navên jinên kurd di nav lîsteya nivîskarên jinên dinyayê de tunebe jî, lê li gora çavkaniyên gerok û misyonerên ewrûpî, jinên kurd ne wek jinên cîranên xwe girtî bûne

çend jinên saîr dide. Ew di ‘Dugela Deylemî’ de navên Calele Xanim, Saxwesîn û Fatme Xanimê dide. Di ‘Dugela Erdelanî 1220-1869’ de jî navên Nêrgiz Xanim, Semen Xanim û Mestûre Xanimê bi lêv dike. Her çiqas em îro ji berhemên van xanimên ku demekê bi edebiyata xwe a bedew ronahî dida civata me bêpar bin jî, dîsa hin nimûne ji edebiyata wan bi delkan be jî gihîstine roja me.

Û ew jinek ku, hundira wi 30 Sali da her roj daha zede dibin. Wi nota, helbestwan

Kurdistana Basurda, Roj Helebceyî, Seyda Me`rûf, Bakur Bilge Acar.

Sik tune, ku ji bo xwe, ji bo zarokên xwe, ji bo duwerojên xwe yên ronî û ji bo azadiya xwe çî wazifa ketiye ser milen jinen kurda, ev wazifa bi rumet kirin e.

Bijî 8 ê Adarê!

Bijî tekosîna jinên Kurd!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Necla Çamlibel

Balkêş e ?
Close
Back to top button