Nûçe

90 saliya tevgera Sêx Seîd

Li Stenbolê, li Weqfa Ismail Besikçi bi minasebeta 90. saliya tevgera Sêx Seîd panelek hat çêkirin.Panel roja yeksema 15.02.2015 demjimêr li 14.00ê pasînivro destpêkir

Di moderatorîya damêzrenerê weqfa Ismail Besikçi Ibrahim GÜRBÜZ de, gotarvan raya xwe derheqê vê buyerê de anîn ziman.Ji HAK-PARê Arîkarê Serokê Gistî Latif Epözdemir, ji PAKê serokê saxê Stenbolê Ali Fikri Isik, ji Insiyatifa Azadi Halil Ibrahim Sofoglu û berpirsê kovara Nubiharê Sülêyman Çevîk, gotarvanê panelê bun.

Süleyman Çevik li ser amadekirina tevgerê û pêwendîyên Sêx Seîd sekini û got:’Ulumdarek bin av û deng bu. Pêwendiyel xurt di nav beg û mîr û sêxên Kurdistanê de çekiribu.Rêz û siyaneta SêX Seîd li seranserê Kurdistanê belav bibu. Lewra tevger di demek kin de li seranserê Kurdistanê deng da û ges bu. Rola Xalid Begê Cibri di tevgerê de gelek mezine.’

Nunerê insiyetiva Azadi Sofuoglu ji, zêdetir li ser dindarîya Kurda û pêwistiya yekitiya Kurda sekini û got:’Kurd miletek misilmanin û tu wextek xe ji fedekarîyên di rêya din de, nedane alî. Sêx u oldarên Kurdistanê di serhildana Sêx Seîd de roleke mezin leyistine. Emperyalizma sîn jî, her tim xwestiye ku doza Kurda ji rê derine û biherisîne.’

Ali fikri Isik jî di gotara xe de wiha got.:’ Kurd hetani îro her tim ji bona xelkê tevgerîyane, ji bona xwe bi hismendiyek Kurdewari li rêya çareserîyan negerîyane. Lewraye ku heta îro serketî nebune. Tevgera Sêx Seîd tevgerek milli ye û Kurdistanîye.’

Arîkarê serokê Gistiyê HAK-PARê Latif Epozdemir jî, di axaftina xwe de li ser mercên berî serhildanê sekinî û wiha got.:

‘Kurd beri Osmaniyan bi 300 salan jî xwedi dewletbun. Pêwendîyên Kurd û Osmanîyan gelek qedimin. Sala 1514 Kurd û Osmaniyan di nav xwede peymanek çêkiribun û wê fermanê maf û berjewendîyên Kurda pênas u perwerdeya Kurda bi siklek milli paras û hetan3i dewra Abdilhemit ani. Sazumana Ittihad û Teraqîyê de Turk tunebun, lê ewan temelê dewletek Turkane avêtin. Rewsenbîrên Kurd lewra ji vê sazumanê veqetîyan. Heta sala 1923ê yan Mistefa Kemal bi Kurda re ast bu.Soz û qewlek dabu ku xweseriyek bide Kurda. Lê pisti wexta , ji sala 1925 an ve li Kurda qulibî bu dest bi inkara Kurda kir, mafê kurdan binpê kir.

Ev ixanetek mezin bu li himber Kurdan. Ixaneta here giring a duwem jî derxistina qanunên wek Sark Istiklal ,sar Islahat, taqriri sukun û Tewhidi Tedrisat bu. Bi van qanunan mafê perwerdehi a bi zimanê dayik ji Kurdan hat sitendin, medreseyê Kurdan û her yek fi wan zaningehek millibun hatin daxistin û qedexe kirin. Kurd yekser mane bêpergal û neçar. Rewsenbirên kurd weki Yusuf Ziya Kemal Feyzi û Xalid begê Cibri,bi navê AZADI rêxistinek çêkiribun û di xwestin kum af û azadiyên Kurda biparêzin. Lewra bi sêx Seid re hevdîtinan pêk anîn û li ser têkosanê lihev hatin. Lê Sêx Seid zu dest bi serhildanê kir û rêxistina AZADI nekarî wi bide seknandin. Serhildan di demek kin de li seranserê Kurdistanê deng da. Heyf û mixabin ku ser neket.’

Panel bi pirs û siroveya hin besdarvanan qedîya.Panelê Kurdistan TV ji seri heta dawîyê qeyid kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button