Haber

KOMKAR: Azadbûna Kobaniyê berhema yekîtiya tevgera Kurd e

Wek tê zanin demeke dirêj bu ku rexistina terorist DAISê li hember gelê Kurd û Kurdistanê êrîseke dijwar û hovane dimesîne. Terorîstên DAISê berê erîs birin ser basûrê welat. Li bajâroka Sengalê û li der û dora wê li hember Kurdên Êzîdî jenosîdek pêk anîn. Ev erîs û serê qirêj hîn jî dom dike.

Pistî Sengalê DAISê bi hêzeke mezin erîs bir li rojavayê Kurdistanê, ser bajaroka Kobanî. Ji bo ku Kobanî nekeve bin kontrola DAISê, di navbera servanên Kurd û hêzên terorîst da serekî dijwar despêkir.

Parlamena Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji ber ku Kobanî nekeve destê DAISê û pistevaniyê bidin servanên Kurd, biryar girt û pesmerge sandin Kobaniyê. Çûyina pêsmerge ji bo Kobanî moraleke mezin da gelê Kurd û servanan.

Pêsmergeyên qehreman û servanên Kurd li Kobaniyê mil bi mil di aliyê bejayi da serekî dijwar mesandin û berxwedaneke man û nemanê pêk anîn. Di aliyê din da Hêzên Hevpeyman jî pisgiriya gelê Kurd kirin û bi rêka hewayî DAIS bombe baran kirin û rê û olaxê wî birîn. Di dawiya serekî bê hempa da Kobanî bi tevayi ket bin kontrola Kurdan.

Di vî serî da gelê Kurd li hemû parçeyên welat ji bo ku Kobanî nekeve destê DAISê kar û xebatên cur be cur mesand. Li dervayê welat jî rêxistin û saziyên Kurd di aliyê diplomasi û yarmetiyê da kar û xebatên xwe bê westan mesandin û dimesînin.

Gor agahdariyan Kobanî bi tevayi rizgar bûye û bajarok ketiye bin kontrola Kurdan. Gelê Kurd bi vê serketinê kêfxwesiya xwe anî ziman û li gelek ciyan sahi û dîlan girtin ji bo rizgarkirina Kobanî.

Berxwedan û serketina Kobanî careke din pistrastkir ku yekîtî û pistevaniya di navbera Kurdan serketinê bi xwe ra tîne. Bi kurtî, yekîtî nebe, serketin jî nabe.

Em ji bo rizgarkirina Kobanî û serketina Kurdan pêsmergeyên qehreman û servanên Kurd pîroz dikin.

Ji bo pisgiriya Hêzên Hevpeyman ku di vê roja teng û dijwar da alîkariya gelê Kurd kirin sipas dikin.

Rizgarkirina Kobanî li gelê Kurd pîroz be!

Yekîtî nebe, serkeftin nabe!

Bijî yekîtî û serketin!

Dengê Kurdistan

Back to top button