Haber

Papa spasî û destxwesî li Herêma Kurdistanê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Papayî Vatîkanê Pope Francis diyar kir ku, ji ber hatina hejmareke zêde ji koçber û derbideran, barê li ser milê Hikûmea Herêma Kurdistanê gelekî giran bûye û daxwaza alîkariyê jê kir, Pope Feancis jî destxwesî li Herêma Kurdistanê kir.

Îro, 02.03.2015, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û sande pê re li Vatîkanê ligel Papayê Vatîkanê Pope Francis civiya.

Di civînê de her du aliyan behsa rewsa Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyê bigistî kirin, herwiha pêshatên dawî yên serê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIS) gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de kurteyek li ser pêkvejyaniya olî û neteweyî û mezhebî li Herêma Kurdistanê kir, di beramber de Pope Francis spasiya wê tebabî û pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye kir, rola Herêma Kurdistanê jî di rûbirûbûna terorê û parastina xelkên navçeyê bi ‘Cihê rêz û spasiyê da zanîn.’

Derbarê rewsa koçberan de jî, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ‘Ji ber hejmara zêde ya koçber û derbideran, di rewsek dijwar de ye û barê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî giran e.’

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Pope Francis kir jî ku ‘Welatên alîkarî bexis û civaka navdewletî han bide da ku bi awayekî bastir alîkariya koçber û penaberan bikin û ji aliyê mirovî ve alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.’

Ji aliyê xwe ve, Pope Francis spasî û destxwesî li Herêma Kurdistanê kir ku bêyî cudahî bi hawara koçber û derbideran ve hatiye û penageh ji wan re peyda kiriye û alîkarî û pêwîstî pêskêsî wan kirine.’

Vatîkan-KDP.info

Dengê Kurdistan

Back to top button