KOMKAR: Bijî 1 Gulan

Îsal, 126 sal e ku 1ê Gulanê li gelek welatên dinyayê wek cejna karkeran tê pîrozkirin. Karkerên dinyayê heta îro di xebat û tekosîna li dijî kedxwaran de gelek mafên demokratîk bi dest xistin. Wek numûne rojê 8 saet karê kirine bi yasayî.
Di roja Yekê Gulanê de karker û xebatkar, ji bo kar, ked û mafên xwe yên demokratîk civîn û mesên girseyî pêktînin. 1ê Gulanê, îro li gelek welatan ji aliyê sendikayên karkeran û partî û rêxistinên kedparêz ve tê pîrozkirin. Di gelek welatên zordar û fasîst de, mes û mitîngên 1ê Gulanê bi xwîn derbas dibe. Hin ji wan welatan Tirkiye, Îran û Suriye ye.
Serê ku li Rojhilata Navîn tê domandin ne tenê mafê karkeran, hemû mafê mirovî ji holê hilaniyê. Îro jî li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê rêxistinên karkeran, ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê, rastî gelek astengiyan tên.
Li Tirkiyê di 30 salên dawî da, karkerên ku di qezayê kar da canê xwe wenda kirine, hejmara wan digîhîje 10 hezaran. Li bajarên Kurdistanê xên ji çend Karxaneyê ard, tu karxane nîne. Yên ku hebûn jî ji holê rakirine. Wek numûne: li Diyarbekirê karxana Serabê, qumas û tekstîl, xalîçe û ta hebûn. Lê nuha yek jî ji wan nemaye. Li seran serê welat bêkarî serê xwe girtiye û diçe. Ew jî dibe sebeba gelek pirsên civakî. Dewleta Tirkiyê, di sûna ku çareyek ji bêkariyê ra bibîne, bi zulm û zordariyên xwe, zemîna sîddetê û pirsgirêkên civakî xwestir dike.
Qeyrana (krîza) ku li Welatên Ewrûpayê rû daye, resa karkerên Ewrûpî jî xistiye nava nexwesîyek mezin. Encama krîza aborî û tesîra wê ya taybet li ser karker û xebatkarên koçber û penaberan hîn girantir dike. Kurdên welatên Ewrûpayê jî, ji karkerên Ewrupî zêdetir ji vê krîzê para xwe digrin. Ji bilî pirsa entegrasyonê, pirsên jiyana rojane, debara malê, jiyana koçber û penaberên Kurdên Ewrûpayê hîn diçe xirabtir dibe.
Karker û xebatkarên Kurd li Ewrûpayê, di sîvana rêxistinên xwe yên demokratîk de, 1ê Gulanê pîroz dikin. Yek ji wan rêxistinan jî KOMKAR e.
KOMKAR, îsal jî ji bo mafên kar û bastirkirina rewsa kar û karkeran, ji bo mafên demokratîk û civakî, ji bo jiyanek bi huzûr, bi karkerên Ewrûpî re mil bi mil dimese.
Di 1ê Gulanê da li Basûrê Kurdistanê, Kurd ji aliyekî li dijî hêza terorîst ya DAÎSê ser dike ji aliyêkî din ve jî bo parastina destkeftiyên Basûrê Kurdistanê têdikose.
Kurdistana Basûr xwediyê statuyek yasayî ya Federal e. Em di wê baweriyê da nin ku divê hemû Kurdistaniyên welatparêz û Kurdperwer, xwedî li destkeftiyên Basûrê Kurdistanê derkeve û pistgiriya serokatiya herema Kurdistanê bike.
Di 7ê Hezîranê da li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartina Parlamentoyê çê dibe. Gelek Partî besdariya hilbijartinê dibin. Yek ji wan partiyan jî Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) e, ku daxwazên netewî û demokratîk yên Kurd û bi sîara Kurdistanêk Federal, wek partiyak Kurd besdarê hilbijartinê dibe.
KOMKAR, parastina mafên netewî û demokratîk yên gelê Kurd, daxwaza statuyek wek federalî ji bo Bakurê Kurdistanê, daxwazên rast û hêja dibîne. Loma, daxwaz ji sazî û rêxistin, ji kesayetiyên welatparêz û Kurdperwer li dervayê welat dike ku di hilbijartinên 7 Hezîranê da dengê xwe bidine HAK-PARê.
Bijî roja karkerên Cîhanê 1ê Gulan!
KOMKAR
Ceren Kenar