HAKPAR bi dilgermî pistgirîya RÛDAW TV dike

RÛDAW TV LI KOBANYÊ HATE QEDEXE KIRIN
Çalakî u Xebatên televizyona ehwal u nûçeyan RÛDAW TV bi biryareke fermî li Rojavayê Kurdistanê kantona KOBANYA’yê hate qedexe kirin. Her wek tê zanîn ku desthilatdarîya Kobanyê di destê PYD/ YPG’yê de ye. Rayedarên navçe di her fersendek de radigênin ku goya pergalek demokratîk dimesînin u bi rewsa xwe kûbarîyê dikin. Lê, ew demokrasîya ku ew têgeyistîne u demokrasîya rasteqîn xuyaye ku ji hev gelek dûrin. Lewra li tu dereke cîhanê qedexekirina sazumanên çapemenî u rageyandinê nabe sanazî ji bo demokrasîyê. Berevac qedexe kirina amûr u sazumanên rageyandin u wesanê di heman hal de qedexekirina maf u heqqê têgeyistin u rageyistina gel e.
RÛDAW TV, yek ji sazumana rageyandinê a here giringê Kurdistanê ye Piranî . nûçe u ehwalên sunewarên Kurdnisîn tîne ser ekranên xwe. RÛDAW TV, pireke giringê nûçeyanîyê ye di navbera gelê Kurdistanê u gelê cîhanê de. RÛDAW, dengê heqxwazê gelê Kurdistanê ye.
RÛDAW TV hêza çaremîn a demokrasîya navxweyî a gelê Kurdistanê ye. Wesanên RÛDAW’ê bi dilê me bin yan jî ne bi dilê me bin, em wekî kes u rêxistinên demokrat divê parêzgerî li azadîya wesangeran u dezge u sazûmanên rageyandinê bikin. Wesan u rageyandin sewt u hewara gelanin.
Qedexekirina RÛDAW’ê ne qabilê erê kirinê ye. Ev sernizmî u rûresîyek mezine ji bona rayedar u desthilatdarê herêmê. Em vê biryarê wek bêsensî u bêsiûdîya RÛDAW TV’yê dibînin. Kantona KOBANYAYê lazime destkevtîyên demokratîk u Kurdewarî binpê neke. Gelê Kurdê Rojava lazime li dijê vê biryara zordest derkeve u fermana di warê qedexekirina televizyona RÛDAW’ê de, neyne cîh u pûç derîne.
Em wekî Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR, bi tundî qedexekirina RÛDAW TV, riswa dikin. Em vî karî wek karek dijdemokrasîyê dipejirînin.
RÛDAW TV, dengê gelê Kurdistanê ye. Dengê gelê Kurdistanê nayê birîn.
Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR bi dilgermî pistgirîya RÛDAW TV dike. 27. 02. 2016
Latif EPÖZDEMIR
Cigirê Serokê Gistîyê
Partîya Maf U Azadîyan / HAKPAR
Dengê Kurdistan