HAK-PAR: Bila îtîbara Sêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî li wan bête vegerandin û cîyê mezelê wan bê eskerekirin.

”Nuha ez dikim ji jîyana fanî xatir bixwazim. Ez ne posman im ku ji gelê xwe ra feda dibim. Tenê bila nevîyên min li hemberî dijmin min sermezar nekin.”
Ev gotinên dawîn yên Sêx Seîd in ku 29 Hezîrana 1925’a de li Diyarbekirê hate dardakirin.
Sêx Seîd ê ku 91 sal berê hat îdamkirin, yek ji giringtirîn sexsîyetên têkosîna azadîyê ye li Kurdistana Bakur.
Pistî Serê Cîhanê ê yekemîn, gava Imparatorîya Osmanî hildiwesîya, Kurdistan careke dî hatibû parçekirin, di pêsengîya kemalîstan de bingehê dewleta Tirkîyê a nû hatibû danîn.
Kemalîstan, sozên ku di dema ”Serê rizgarîyê” de dabûn Kurdan hemû dabûn alîyekê, mafên kurdan yên herî bingehîn jî înkar kiribûn.
Kemalîstan, pistî ku bi Peymana Lozanê mesrûtîyet bi destê xwe xistibûn, li ser cografîyake fire ya xwedî pir netewe dest bi projeya Turkîfîzekirinê kiribûn.
Di van sertan de Sêx Seîd û hevalên xwe li Kurdistana Bakur dest bi tevgereke azadîxwezîyê kirin. Serhildana ku 1925’a de destpêkir di demeke kurt de berfireh bû. Hemû dunyayê careke din bû sahid ku gelê Kurd xwedî biryar e ji bo azadîya xwe têkosînê bike.
Ev serhildan di eynî demê de bû serha muxalefetê ya li dijî statukoya hêzên mezin ên emperyalîst ku li herêm lidarxistibûn.
Ev serhildana di eynê demê de bû berdewama zincîra serhildanên kurdan yên dewra Dewleta Osmanî ku di dewra Dewleta Komara Tirkîyê de jî pêk hat.
Serhildana Sêx Seîd, manîfestoya Milletê Kurd ya li dijî sîyaseta Dewleta Komara Tirkîyê ya înkarkirin, tunekirin û asîmîlasyonê ye.
Herçend bi xwînê, bi hîle û zordestîyê hatibe skestin jî, tu wextê agirê azadîyê nehat vemirandin.
Sêx Seîd û hevalên xwe, pistî ku hatin îdamkirin hema li eynî meydanê li sûneke ne dîyar hatin binaxkirin û heta Iro jî cîyê mezel bi biryara resmî ya dewletê tê vesartin da ku kurd nizanibin li ku ye.
Di serî de malbatên rêberên serhilanê, bi deh hezaran kurd hatin nefîkirin. Kemalîst bi hukmê rejimeke zordestîya giran, herêm û heta hemû Tirkîye kirin wek zîndaneke bi xwîn û tarî ancax wisa karibûn li ser pîya bimînin.
Ji ber ku gelê Kurd stû xwar nekir, dest ji daxwaza mafên xwe yên heq û mesrû nekisand.
Îro rews diguhure.
Ew statuya ku sedsal berê li dijî gelê me hatibû danîn îro berbi hilwesînê ve diçe, Rojhilata Navîn ji nûve tê avakirin û parçê basûr ê welatê me hatîye ber sêmûga serxwebûnê. Li Bakur, Basûr, Rojhilat û li her cîyê ku Kurd lê hene, ala têkosîna azadîyê bi seref tê bilindkirin.
Bila herkes bizane ku îro jî, digel hemû ês û azaran, hemû xiyanet û hîlebazîyên dewletên dagirkeran jî, keç û xortên Kurd wan gotinên ku Sêx Seîd li ser sêpê gotibûn, wek emanet û talîmatekê di dilê xwe de xwedî dikin.
Wek HAK-PAR, di 91 salîya wefata Sêx Seîd û hevalên wî yên ku pê re hatibûn îdamkirin, em ji wan re rehmetê dixwazin û bi rêz û wefadarî wan bi bîr tînin.
Berî hertistî em daxwaz dikin ku îtîbara Sêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî li wan bête vegerandin û cîyê mezelê wan bê eskerekirin.
29.06.2016
Partîya Maf û Azadîyan
HAK-PAR Buroya Çapemenî
Dengê Kurdistan