Haber

Ji Bo Raya Gistî, BEYANA 8 ADARÊ

Îsal 8 Adarê bo me mixabin di rewseke xirab da derbaz dibe. Welatê me rastî bêtareke mezin hat. Ev ji erdhêjeke herî mezin bû ku sedsalan da carê çêdibe. Bi dehan bajarê me di erdhêjê da ser û bin bûn, bi deh hezaran însanê me mirin, bi sedhezaran birîndar bûn û bi milyonan kes jî perisan bûn.

Karbidestên vî welatî li himber vê felaketê bi gufiretiya xwe tu tedbîr nestandi bûn. Pistî erdhêjê jî, ku welatên beyanî hatin hawarê û xelkê welat alîkariyeke bi dil û can nisan da, berpirsên vî welatî dîsa tistê ku dikete para wan bi xurtî nekirin.

Gelek ji xelkê me li van bajarên ruxuyayî hîn di bin kawilan da ne. Yên ku sag yan jî birindar xilas bûn jî yan koç kirin, yan jî li der, bin berf û baranê da, sermayê da bê cil, bê xwarin, bê derman in. Bo koçberan jî jiyan ne hêsan e; ew jî piranî bê mal û betal in.

Di vê dema çetin da navend û rêxistinên HAK-PARê û her usa jî wek Komisyona Jinan, ji destpêka erdhêjê vir da çiqas ji destê me hat, li hêla bajarên hejiyayî û li cîyên din me alîkarîya gele xwe kir. Ji nuha sun da jî çiqas ji dest me bê emê bikin.

Em zanin ku pistî erdhêjê rews taybetî ji bo jin û zarokan gelek çetin e. Li hêla erdhêjê hîn têr kon, tistên ji bo paqijî, av, avdêstxane tüne. Zarokên ku bê dê û bav mane di xetereke mezin da ne, dikarin teslîmî terîqetan û sebekeyên xirab bin.

Her usa jî ev zarokê ku bê dê û bav, bê heval man, xwendina wan qut bû di trawmayek mezin da ne. Gelek jin mal û malbata xwe winda kirine, yan jî bi zarokên xwe tenê man. Gelekê wan betal in. Nizanin bi çend qurusê ku dewlet bide wan çawa îdara xwe bikin. Nizanin herin kîderê. Bi vî siklî bi dehan pirs û problem li pês wan e.

Di rewsa hanê da hemû mirovên xwedî hestên bas, sazî û komeleyên jinan bo alîkarî kar û xebat dikin.

Ew jinên ku di 8ê Adara sala 1857 da dijî rewsa xirab ya kar û xebatê li karxanan, li dijî dema dirêj a kar û xebatê û bedêleke gelek erzan ber xwe dan û hatin kustin û sewitandin, qîrîn û qîjîna wan û yên jinên ku îro li welatê me di erdhêjê da bin kawilan da, yan bê çare man, denge wan tevlihev dibe.

Em jinên HAK-PARê bersîva dengê wan didin.

Divê em dest bidin hev da ku bikaribin van kawilan rakin û jiyaneke bas, dadmend û demokratik ava bikin.

HAK- PAR
KOMÎSYONA JINAN
PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR)
……………………

HAK- PAR Kadin Komisyonu: Esit, adil, demokratik bir yasami birlikte kuracagiz

Basina ve Kamuoyuna

8 Mart Basin Bildirisi

Bu yil 8 Marti, ne yazik ki ülkemizde depremin her alandaki enkaziyla karsiliyoruz. Yüzyilin en büyük depremlerinden biri. On ‘dan fazla ilimizin yikimina, onbinlerca canin yitirilmesine, yüzbinlerce insanin hayatinin perisan olmasina neden oldu. Bu yikim karsisinda ülkeyi yönetenler son yillarin en büyük ihmalkarligini, duyarsizligini ve sorumsuzlugunu sergilerken, dünya ülkeleri ve ülkemizdeki insanlar yüzyilin en büyük dayanisma örnegini sergiledi.

Depremde can kaybi çok, sehirler yerle bir oldu. Insanlar hala enkaz altinda. Canini kurtaran baska sehirlere göçüyor. Elbette hem kalanlar, hem göç edenler açisindan kolay atlatilacak, altindan kolay kalkilacak bir durum degil yasananlar. Bu zorlu süreçte HAK-PAR teskilatlari ve kadin komisyonu olarak depremin ilk gününden itibaren deprem bölgesinde halkimizla yardimlasma, dayanisma içinde olduk, bundan sonra da tüm olanaklarimizla bu destegi sürdürecegiz.

Deprem sonrasi sürecin kadinlar ve çocuklar açisindan daha da zor oldugu ve bundan sonra da zor olacagini biliyoruz. Deprem bölgesinde kalanlar için hala yeterli çadir yok, hijyen malzemesi yok, tuvalet yok. Kadin mahremiyetine iliskin (tuvalet, çocuk emzirme yeri, kisisel ihtiyacini giderme alanlari gibi) alanlar bulunmamaktadir. Yalniz kalmis çocuklarin tarikatlara teslim edilmesinden, istismar sebekelerinin eline düsmesinden söz edilmektedir. Diger taraftan çocuklar yasadiklari travmanin yaninda yalnizlasti, velilerinden, arkadaslarindan mahrum kaldi. Egitimi kesintiye ugradi. Bir çok kadin ailesini kaybetti, ya tek basina ya da çocuklariyla yalniz kaldi. Bir çogunun isi yok. Devletin verecegi üç kurus yardim için nasil bir yol izleyecegini bilemiyor. Nereye gidecegini bilemiyor.Ve daha onlarca sorunla karsilasiyor, karsilasacak.

Bu süreçte bütün duyarli insanlar, kuruluslar ve kadin dernekleri dayanisma çabasi içindeler. 8 Mart 1857 de kötü çalisma kosullarinin düzeltilmesi, uzun is saatlerinin kisaltilmasi, ücretlerinin artirilmasi talepleriyle direnirken fabrikada yakilan kadinlarin çigliklari, bugün depremi yasayan, enkaz altinda kalan kadinlarin çigligiyla birbirine karisiyor.

Biz HAK- PAR li kadinlar da bu çigliga ses veriyoruz .

Bu enkazi birlikte kaldiracagiz. Esit, adil, demokratik bir yasami birlikte kuracagiz.

HAK- PAR
KADIN KOMISYONU

Dengê Kurdistan

Back to top button