Makale

Ji ber ku hun pêseroja me ne

Calakîyên pêswazî kirin lî Cejna Newrozê li welat û derveyî welat berdewam e.

Bê guman Newroza îsal ji gelek alîyan ve girîng e û erk û mijareke bihagiran li ser tevgera Kurd û yêk bî yêke kom û civat û kesatîyên Kurdperwer dadine.

Li dinyayê û li deverê û bixasima lî her çar parçên Kurdsitanê alûgorên mezin û bûyerên balkês û bi lez pêsda tên.

Newroza îsal li Bakura Kurdistanê, sahidê berdewamîya dan û sitandina di navbera dewlet û PKKê da ye û di aqibetê da rêkevtina wana li ser ragirtina ser û danîna çeka ye. Li Rojavayê Kurdistanê sahidê berxwedanê ye û li Rojhelata Kurdistanê sahidê xebateke berdewamî û li Basura Kurdistanê da jî sahidê xweragirîya desthelata sîyasîya Basura Kurdistanê ye ku bi gavên mezin ber bi dewlet bûna Kurda diçe.

Ez dixwazîm vê nivîsa xwe li ser kar û tekosîna nivsekî nûgihistîyên Kurdên kocber û durî welat binivîsim.

Nivsekî nu û xwingerm û tekoser, ala xebatê ji bab û dayik, ap û xalên xwe wergirtin.

Ewan li xwe bawer û pistrast sengerê xebatê girtine.

Ev nîzîkî çil sal e Kurdên koçber li welatên Ewrûpê, ji bona ku pistîvanî û harîkarîya tevgera rizgarîxwazîya gelê xwe li Kurdistanê da bikin, di bin banê KOMKARê da rêz bûne û ji du alîyan ve xebata xwe dimesînin.

Xebata xwe li ser du situna, di du çeperan da berdewam dikin.

Ji bo nasandina doza Kurdistanê û peyda kirina dost û heval û hogiran ji bo wê doza pîroz, sev û roj bi imkanên xwe yên kurt û kin xebatên mezin kirine.

Her tim di bin banê wê sazîyê da karê hevbesî û hêvrêtî û hevalînîyê berê bingehî bûye û çu caran rêxistin ne kirine armanc, her wek wesîle û amraz zanîne, ji bo armancên pîroz gel rêz kirine.

Bi salan e KOMKARê wek xizmetguzar û xemxwarê çend û sitran û huner û hesta netewî xwe ispat kirîye û dost û dijmin jî vê yêkê bas dizanin.

Yêk ji berhemên salan, berhemê xebata wana ya bi sebir û bê wastan niha xwe li orta meydanê da bejin dide û xwe di nava xebatê da nîsan dide.

Ew jî KOMCIWAN e. Ev rêxistine Yêktîya ciwanên Kurdistanê ye lî derveyî welat.

Bi gotineke dinê ciwanên Kurdên koçber ala û mesala ji destê bab û mam û xal û dayik û xalet û metên xwe hilgirtine û kevtinê rê û strana berxwedanê bi dengê bilind distêrin.

Bi salan e di her çalakîyêkê da ku KOMKARê rêve dibir, hema her ew qehremanên ned îyar,ew xizmetkarên ruhsivik û hevalên nivsê kevn ku jî perwerdeya DHKD û li bin sîber û hêvênê Roja Welat û dîlana Rîya Azadî da hatînî mirov didît.

Lê belê di Newroza îsal ya Manheimê da ez bûme sahidê bûyerek gelek mezin û hêvîbexs û dilgerim.

Min di vê Newrozê da çend hevalên kevn yên nivsê berê dîtin ku hejmara wana ji hejmara tiluyên herdu destên min derbaz nedibû.

Vê carê min sîmayê nû, xwîna nû, perwerdebûyî bi hizar caran, di meydanê da dît.

Her alîyekê ku min temasa dikir, wek mêsên hingivîn û pelatînkê evîndarê xebat û berxwedanê berbicavên min diketin, wek komeke dîlanê her yêkê karê xwe dikir û tevger dixemilandin.

Min ewan an ku; Arzu, Ruken, Bejna, Rojda, Hêlîn, Hesen, Yusuf, Gulistan, Çîya, Lêyala Barîn, Ajda, Ferhad, Asrîn, Adir, Cezîme, Özlem, Duygû ,Evîn, Dîcle, Bala, Rohat, Erdemîr, Bawer, Endam, Serhad, Guneyî, Sîyabend û Bengîn û gelek xort û qîzên taze pêgihîstî û xebatkar ku navên wana ji bira min çûyîne, min dîtin.

Lî cihê ew hevalên ku bi salan e di nava kar û bar û xebatê da, ku her dem di pêsiya herkesê û di bin her barekî giran da bûne, weku çîya berbi çav bûn, barê wana, wan xortana ji wan sitandîye û ji tecrube û zanîna wan kelk werdigirin û mil bi milê hev xebata xwe dikin.

Belê parastina sevê, rêve birina kar û barên sevê bi gistî li ser milê wan xortan bû, endamên di navsalan da çoyî jî li tenista wan bi kar û xebata wana serbilind dibûn.

Ez niha gelek pistrast im ku ew kar û xebata ku bi salan e li jêr banê KOMKARê da dihate kirin û ku her niha jî berdewam e.

Çu hêzek û tufanek nikare wana ji holê rake, jî ber ku ji niha wê da KOMCIWAN di qada xebatê da ye.

Xebatê û berxwedana ku bi sebirê soresvanîyê berdewam bû, berhema xwe da.

Sipas jî bo Yêzdanê mezin ku evro em û Newroza me sahidê vê rastîyê ye.

Ez yêk bî yêke endam û alîgir û xebatkarên KOMCIWANê pîroz dikim.

Siheta te xwes be KOMKAR ku tu bûye sedemê ruha berxwedankerîya wan xortana.

Bîjî xebata hevbes ya KOMKAR û KOMCIWANê.

Ez Newroza we hemuyan pîroz dikim û yêk bî yêk destê we bi dilekî gerim digivêsîm û çavên we radimusim.

Ji ber ku hun pêseroja me ne.

Newroz Bawer

Back to top button