Kemal Burkay: Bila PKK çekan deyne û xwe fesix bike

Dêrsim (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay got, “Bila PKK çekan deyne û xwe fesix bike, ev jî ji bo Kurdan baş e. Bila tevgera Kurdî bi siyaseta legal mafên xwe bixwaze.”
Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay li bajarê xwe Dêrsima Bakurê Kurdistanê bi hezkiriyên re civiya û pirtûkên xwe îmze kirin.
Kemal Burkay li ser pêvajoya nû bi nûçegihanê Rûdawê Alî Haydar Gozlu re axivî.
Çend sernavên girîng ên siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay:
“Pêvajoya dawî bi axaftina Devlet Bahçelî dest pê kir.
Bahçelî li dijî Kurdan e, çima wisa got.
Ez ne li ser wê nêrînê me ku pêvajoyeke çareseriyê dest pê kiriye.
Tirkiyeyê xwest PKK dîsa li dijî Kurdên me yên Başûrê Kurdistanê şer bike.
Destê wan ji PKKyê nabe, PKK dikin hincet û êriş dikin.
PKK ji bo Kurdan tiştekî naxwaze, madem wiha ye çima xort têne kuştin?
Heyfa me bi wan zarok û xortên dibin û didin kuştin tê.
Ocalan got, em tiştekî naxwazin, ne serxwebûn, ne federalî û ne jî otonomî.
HAK-PAR ne wekî DEM Partiyê ye, federaliyê dixwaze.
Em dixwazin Kurdên Sûriyeyê jî federaliyê bi dest bixin, Bahçelî û Tirkiye vî tiştî naxwazin.”
Temamiya nirxandina Kemal Burkay a li ser pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê:
“Pêvajoya dawî, bi axaftina Devlet Bahçelî dest pê kir. Devlet Bahçelî got bila Ocalan were, di civîna DEM Partiyê de biaxive, partiya xwe fesix bike û bila çekan jî berdin.
Tabî em Bahçelî baş nas dikin, derheqê pirsgirêka Kurdan tiştên baş negotine. Li dijî Kurdan e, ti carî heqê Kurdan neparastiye û li dijî wan e.
Yanî Bahçelî çima wisa got, gelek kes dibêjin ku pêvajoyeke çareseriyê ya nû dest pê kiriye. Ez ne di wê rayê de me. Bahçelî bi xwe jî dibêje, tiştekî din nabêje, nabêje ku ew pêvajoye çareseriyê ye.
Yanî heqê Kurdan bila were naskirin, nabêje tiştekî wisa. Yanî dibêje bila PKK çekan deyne û xwe fesiz bike. Ev tişt dibe, yanî berê ji 2 caran ew îmkan ket destê dewleta Tirk.
Cara pêşîn sala 1999an dema ku Ocalan hat girtin û anîn Tirkiyeyê, Ocalan ji rêxistina xwe, ji PKKyê xwest ku êdî çekên xwe teslîm bikin, dev ji çekan berdin.
Navê PKKyê guhert, bernameya wê guhert, wan got, em tiştekî naxwazin, ne serxwebûn, ne federalî, ne otonomî. Dewletê ew rê li ber PKKyê venekir, yanî rê venekir ku ew çekên xwe teslîm bikin.
Got gerîlayên xwe bigirin, herin Başûrê Kurdistanê, çima herin Başûrê, wan xwest ku PKK here li Başûrê dîsa li dijî Kurdên me yên Başûr şer bike, wekî salên 1992, 1995 û 1997an.
Wan dixwest ku PKKyê berdin ser Kurdên Başûr loma nexwest ku PKK ji ortê rabe.
Cara duyem sala 2013an derket, di dema AK Partiyê de derket. Wê demê rojiya mirinê hebû di zîndanan de, PKKyiyan rojiya mirinê digirt.
Dewletê ji Ocalan xwest, wî gazî wan kir, got ev ne tiştekî baş e, dev jê berdin, got, dev ji sîlehan berdin, wan dîsa qebûl dikir. Vê carê jî dîsa dewlet razî nebû.
Ev cara 3yan e, niha çima dixwazin, destê wan ji PKKyê nabe, PKKyê dikine mane li dijî Kurdên Başûr, li dijî Kurdên Bakur, li dijî Kurdên Rojava, yanî ew PKKyê dikine bahane êrişî wan dikin.
Xwezî vê carê PKKyê dev ji çekan berda, xwe fesix jî bike. PKK ji bo Kurdan tiştekî naxwaze, dibêjin ku ew tiştekî naxwazin, ne serxwebûn û ne federalî, ne otonomî.
Madem wisa ye çima çek, çima ew xort têne kuştin, çima dibin serê çiyayan wan didin kuştin, ne heyf e, zarokên me ne, heyfa me bi wan zarokan, bi wan xortan tê.
Bila PKK dev ji sîlehan berde, xwe fesix bike ew jî baş e, ew jî ji bo Kurdan baş e, bila tevgera Kurdî bi sîyaseta legal heqên xwe bixwaze.
DEM Partî heye legal e, bila karê xwe bike. Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî heye. Ew ne wekî DEM Partiyê ye, ji bo Kurdan federaliyê dixwaze, wekî Kurdistana Başûr.
Em dixwazin ku Kurdên Sûriyeyê jî bibin federal. Em vî tiştî dixwazin, tabî Bahçelî vî tiştî naxwaze, dewleta Tirk jî vî tiştî naxwaze, bi awayekî giştî naxwazin lê em dixwazin.
Em wekî HAK-PAR dibêjin ku mafên Kurdan bila were naskirin, ew çi ye, li ser esasê federaliyê ye. Dewlet bila dewleta Kurd û Tirkan a bi hev re be, wekî Kurdistana Başûr.
Li Kurdistanê bila Parlamentoya Kurdî hebe, serokwezîrê Kurdî hebe, serokkomarê Kurdî hebe. Li Meclisa Tirkan a Enqereyê hem nûnerên Kurdan, hem jî yên Tirkan hebin, yanî bila wekî Bexdayê be, em vî tiştî dixwazin.”