Nûçe

Xebata çekdarî zirar digîhine doza me yê rewa

Pistî hilbijartina 12 Xeziranê, alozî, ser û pevçûn di navbera hêzên ewlekariya Tirk û PKK’e da roj bi roj zêde dibe. Gelek kes dibine qurbanê vê alozî, ser û pevçûnê. Pir mixabin, çawa di 20’ê Îlonê li bajarê Sêrtê çêbûyê, gelek jin û zarok jî dibine gurbanê vê serê.

Bi gor bîr û baweriya Partiya me, pêyvendiyeka qehîm heye di navbera ser û pevçûnên hanê û rûdaw û peshatiyên nevçeya Rojhilata Navîn da.

Partiya me carekî dinê banga hikumeta AK Partî û Serokwezîr Erdoxan, ku ji bona karbidestên diktatoriya BAASa Surî gotibû, ‘deshelatek, ku gelê xwe bikuje ne mesru ye’, dike û jê dixwaze operasyonên leskerî rabigirin, amadekariya êrîs li ser Kurdistana Basurê betal kin, suna vê ji bona bi hêztir kirina demokrasî û çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavan bavêjin.

Bi gor bîr û baweriya me êdî tû deskevt nemaye, ku bibe berhema xebata çekdarî. Beravejî ya vê, xebata çekdarî dibite sedema dereng xistina çareseriyê asitiyane.

Partiya me banga PKK, ku di heyama giftugoya MIT û PKK da, pas evê, ku Ocalan ragihandi bû ‘di dema nêzik de rêkevtina mezin û dîrokî çêdibe’ dest bi êrîsen çekdarî kiriye, dike û jê dixwaze, ku êdî fehm bike xebata çekdarî zirar digîhine doza me yê rewa û dibite astengek li ber çareseriya demokratîk. Em carekî dinê banga PKK dikin, ku guhê xwe bide bangawaziya hêzên asitixwaz û dem û dezgeyên navnetewî û atesbesekî daîmî rabigihine.

Em pistgiriya bangawaza ‘Konferansa Kurdistan li Tirkiyê’ dikin, ku di 17-18 Îlona îsal de, li Diyarbekirê civiyaye û ‘ji bona ku bona çareseriyê zemîn amede be, bê rawestan divê hemu operasyonên askerî û siyasî bêne ragirtin û hemu alî terefan bona vê armancê divê fidekariyê bikin. Bû guman rewsa aram û bê ser û pevçûn, dibite alikarek ji bona amade kirina destureka demokratîk, azadixwaz û pîrrengî’ dibêje.

Partiya me banga hemu hêzên asitixwaz, demokrat û welatparêz dike, ku ji bona bi destxistina armancên hanê, destê xwe bidine hevdu.

21 Îlon 2011

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Kemal Burkay

Back to top button