Konferans Li ser Kongreya 9an ya PSK û Rewsa Kurdistana Îro

Aydogan Inal
Di 30.10.2011’an de li bajarê Lozanê de li ser navê ‘Kongreya 9an ya PSK û Rewsa Kurdistana Îro’ konferansek hat li darxistin. Axaftvanê konferansê Sekreterê Gistiyê Partiya Sosyalîsta Kurdistan Mesud Tek bû. Konferans ji aliyê PSK Swisra ve hatibû amade kirin.
Konferans bi rêzgirtin li gist sehîdên Kurdistan û bi taybetî jî li qurbanên errdhejîna Wanê destpêkir. Konferans bi du besan pêk hat. Di besa yekem de Sekreterê Gistiyê Partiya Sosyalîsta Kurdistan Mesud Tek behsa kongreya 9’an a PSK kir û got: ‘Ji bo partiyên siyasî Kongre gelek girîng in. Jiber ku di Kongrê de mirov dikarin li ser hemû tistên partiyê biryar bistinin. Me heya niha 9 kongra çêkir, ku ev yêka ji bona partiyeka Kurdistanî û ilegal gelek girîng e.’
Mesud Tek her usa behsa tevgera guhartin li seranserê cihanê kir û li ser buyerên Afriqa Basur û Rojhilata Navîn usa got: ‘Îro Newyorkê heta Libya mirovan di kolanan de nerazîbûna xwe eskere dikin. Ew jî nisan dide, ku gel êdî guhartin dixwazin. Guhartinê, ku ji Tunusê dest pêkir, bandora xwe li ser Misir, Libya Surî û Yemenê danî. Tevgerên hanê nîsanê me dan, ku gel êdî rejîmên dîktatorî naxwazin. Ji bûyeran xuya dibe, ku dawiya rejima BAAS li Surî ji nêzik e.’
Di berdewamiya axaftina xwe de Mesud Tek, ‘gava bixwazin li Rojhilata Navîn stratejiyek daynin, divê du xal li ber çavên me bin. Yek ji wan Israil û parastina Israil e, ku ev yêka hanê ji bona Dewleta Amerikayê Yekbûyî (DYA) û Rojava gelek girîn ge. Ya dudo ji nakokî di navbera du bereyên da ye, ku îro li Rojhilata Navîn heye. Bereyêk ji Îran-Surî û Hizbullah pêktê, ku serkêsiya vê bereyê Iran e, ya din jî bereyê Arabistana Suidî, Turkiyê û welatên kendavê pêk tê, ku DYA û dewletên Rojava pistgiriya vê bereyê dikin. Berjewendiya me Kurdan di eniya yekan da nine ji ber ku statuya heyî dipareze û statuya hanê ji sedema bindestbûna gelê me û perçe perçe bûna Kurdistanê ye. Ji bona vê yekê stratejiya nu ya PKK, ku pistgiriya vê bereyê dike û yekitiya Sî û Kurd dixwaze, ne tenê bi gazanca me nîne, her usa zirar digîhine doza Kurd li seranserî Kurdistanê.’
Mesud Tek di dawiya axaftina xwe da bal kisande ser guhartinên navnetewi û usa got: ‘Bi gor xwendin û lêkolina proseya guhartinê, me biryar da, ku pirtir girîngi bidine xebata legal, siyasi û civakên sîvil.’
Di besa duyemîn a konferansê da de Kek Mesud Tek bersiva pirsên ku ji aliyê besdarvanan hatibûn kirinê, dan.
Dengê Kurdistan