PSK û PWD serdana Encumena Nistîmanî a Kurdên Suriyê kirin

Heyeta hevbes a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK û Partiya Welatparêzên Demokrat-PWD-Kurdistan îro serdana Nivîsîngeha Hewlêrê yê Encumena Nistîmanî a Kurdên Suriyê kirin.
Dengê Azad/Hewlêr
Heyeta hevbes ku bi Sekreterê Gistî yê PWD Nîzamettîn Tas, Endamên Serkirdayetiya PWD Ebûbekîr û Serhad, Sekreterê Gistî yê PSK Mesûd Tek, Nunerê Dihokê yê PSK Bedo Xarpêtî, Endamê PSK Azad Diyar, Serokê KOMKAR-EU Kovan Amedî ve pêkhatibûn, ji aliyê nunerên Hewlêrê yê Encumena Nistîmanî a Kurdên Suriyê Dr. Mahmûd Erebo û Bavê Sebir ve bi germî hatin pêswazîkirin.
Di hevdîtinê de behsa serhildana gelên Suriyê, besdariya Kurdên Rojavayê di vê serhildanê de û armanc û biryarên Kongra Nistîmanî a Kurdên Suriyê bi taybetî û hevahengiya rêxistinên Kurdistanî bi gistî hate kirin.
Hevdîtina ku qasî seatek domkir, behsa giringiya rola Kurdên Rojavayê di tekosînên parçeyên din yên Kurdistanê de bi bilindî hate nirxandin.
Nunerên Encumena Nistîmanî a Kurdên Suriyê pistgiriya siyasî û nasandina encumen di bîrûrayên Kurdistana Bakur de ji rêxistinên Kurdistan a Bakur xwestin.
Dengê Kurdistan