Nûçe

Heyeta PSK, serdana Liqa Dihokê a Partî Nistîmanî Asûrî kir

Sandeya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK di roja 12.12. 2011an de serdana Liqa Dihokê a Partî Nistîmanî Asûrî kir.

Dengê Azad/Dihok
Heyata PSKê ku ji aliyê Nunerê Dihokê yê PSKê Bedo Xarpêtî û serokê berê yê KOMKARê Bekir Topgîder ve pêkhatibû, ji aliyê Endamên Serkirdayetîya Partiya Nistîmanî Asûrî Albert Gîso, Husên Xemo û Ogir Xosawa û Berpirsê Dihokê yê vê partiyê Ednan Îshaq ve bi germî hatin hate peswazîkirin.

Di hevdîtinê de heyeta PSKê êrîsên li ser Mesihî û Êzidiyan mehkûm kirin û pistgiriya xwe nîsan dan.

Heyetên herdu alî, li ser rewsa Kurdistan û Rojhilat a Navîn guftugoyekî germ kirin. Herwisa endamê Serkirdayetî ya Partî Nistimanî Asûrî Albert Gîso jî spasî ya xwe ji bo serdana heyeta PSKê û pistgiriya wan li daxwaza Mesihîyên Kurdistana Basûr kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button