Nûçe

Daxuyaniya Kongreya PSK ya Derweyê Welat

Heyameka berê, Kongreya Derweyê Welat a PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan, bi besdariya nunurên liqên partiyê yên Ewrupa civiya. Di kongrê da niqas li ser proseya guhartinê ya nevnetewî hate kirinê. Kongre her usa behsa kar û xebatên, ku di navbera herdu kongreye da hatine kirin, kir û kêmasî û lawaziya xebatê nisan da. Di Kongreyê da ji bona xebata duwerojê biryar hat girtin. Kongre her usa biryar da, ku belavoka jêrî pêskesê bîrurayê bike.

Yêkitî Rêka Serketin û Parastina Deskevtiyên Netewî û Demokratîk e

Demokrasî, azadî û jiyaneka hin bastir, armancên proseya guhertinê ye, ku seranserê cihanê dagirtiye. Proseya hanê xwe li Rojhilata Navîn û Efriqayê Bakur eskeretir û diyartir nisan dide. Gelên Rojhilata Navîn û Efriqayê Bakûr ji bona guhartina rejimên welatê xwe, ji bona azadî û demokrasî derketine kolanan û kar û xebatê dikin.

Kongreyê Derwayê Welat a PSK, pistgiriya berxwedana gelî li Dewleta Yekbûyî Amerîka û hin welatên Amerikayê basur û gelên Îtalya, Yunanîstan û Ispanyayê dike, ku ji bona dijî siyaseta aboriya hikumatên xwe derketina kolanan û berxwe didin.

Xebat û berxwedana gelên Rojhilata Navîn û Efriqayê Bakur ji bona demokrasî û azadiyê bi siweyên cur bi cur berdewam in. Li Misirê, Meydana Tahrirê, ku rejima diktatoriya Mubarekê rûxandibû, îro jî dijî deshilatdariya eskerî berxwe dide. Gelên Suriyê ji bona azadî û demokrasiyê derketine kolanan. Hemu kiryarên ne mirovî û zordariya rejima BAAS nikare pêsiya xebata gelê Suriyê bigre, ku roj bi roj ber bî pês diçe.

Kongreyê Derwayê Welat a PSK, pistgiriya xebata gelê Suriyê û daxwazên wan yên rewa dike. Kongreyê Derwayê Welat a PSK her usa banga Yekitiya Miletan (UN), dewletên Rojava, dezgeyên navnetewî dike û ji wan dixwaze, ku dengê xwe dijî kiryarên ne miroviya rejima BAAS bilindtir bikin, zext û givasên xwe yên dîplomatîk û aboriyê li ser rejima BAASê xurttir bikin.

Gelê kurd li Suriyê, ku bi salan e dijî rejima BAASê, ji bona mafên netewî û demokrasiyê xebat dike, hezekê serekî ye di vî welatê da. Rêxistin û partiyên siyasiyên Kurdistana Suriyê cangoriya azadî û demokrasiyê bûn, di vî rê da gelek qurbanî dane; didin. Hêzên welatparêz, nivîskar, ronakbîr û kesayetiyên Kurdistana Suriyê di destpeka da pistgiriya berxwedana gelê Suriyê kirin û ji rejîma BAAS xwest, ku daxwazên gel cî be cî bike. Hêzên welatparêzên Kurd li Suriyê her usa neketine dafika rejîma BAAS, ku dixwest Kurd û Erebê berde canê hevdu û bî besdariya piraniya partiyên kurd û kesayetiyên welatparêz Meclisa Netewiya Kurd li Surî (MNSK) pêkanîn û bi vî awayî dilê dostan sad, yên dijminan res kirin.

Kongreyê Derwayê Welat a PSK, pistgiriya MNSK û daxwazên wê dike. Kongreyê Derwayê Welat a PSK daxwaz ji MHSK dike, ku yêkitiya xwe bi hêztir bike. Liqên derwayê welat yên PSK amade ye wekî berê îro jî pistgiriya xebatên dîplomasiya birayên xwe Kurdên Suriyê li derwayê welat bike.

Heyamek berê niha li navçeyê Behdinanê, mal û dikan û dezgeyên Yezîdî û Xirîstiyanan ketine ber êriiseka hov û ne mirovî. Armancên êrîsên hanê têkdana aramî û asayisa navçe û xirab kirina weneyê Herêma Kurdistan li qada navnetewî da ye.

Bi gor bîr û baweriya Kongreyê Derwayê Welat a PSK, li pist êriisên hanê da destê biyanî heye. Kongreyê Derwayê Welat a PSK, êrîsên hanê yên li ser Yezîdî û Xirîstiyanan mahkum dike, ji hikumeta Herêma Kurdistan dixwaze, ku ji bona bi hêztir kirina pêkve jiyan di navbera hemu pêkhateyên dînî û etnîkî da gavên siyasî, îdarî û çandiyê bavêje. Kongreyê Derwayê Welat a PSK, pistgiriya destpêsxeriya Serokatiya Herêma Kurdistanê dike, ku armanca wê eskere kirina bûyerên Behdînan e.

Li Tirkiyê pas hilbijartina 12 Xeziranê, derbareyê çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û dan û standinê, hel û mercekî bas pêkhatibû. Lê belê operasyonên ertesa Tirk, çalakiyên PKK û girtina KCK, rewsa hanê xirab kir. Binbesta tundutijiyê kûrtir û aloztir bû.

Bûyêr û peshatiyên, ku pas 12 Xeziranê qewimine, carekî dinê nisan dan, ku tundûtijiyê nikare pirsa Kurd çareser bike. Rêka çareseriyê rêka asitî û diyalog e, ku heya niha nehatiye ceribandinê. Ji bona çareseriya asitiyane, berê her tistê divê operasyonên leskerî bê sekinandinê, PKK agirbesekê bê sinir rabigihîne, girtina KCK bê rawestandine.

Kongreyê Derwayê Welat a PSK pistgiriya hewla Serokatiya Herêma Kurdistanê di vî warî da dike û ji Hikumeta AK Partî dixwaze, ku pêsiya operasyonên leskeriye bigre, ji bona bi dawî anina girtiyên KCK gavên pêwîst bavêje. Kongreyê Derwayê Welat a PSK ji PKK daxwaz dike, ku guhê xwe bide daxwazên rêxistinên welatparêz û civakên sîvîl û agirbesekê bê sinir îlan bike.

Amade kirina destureka nû, xaleka serekî ye di rojeva siyasî ya Tirkiyê da. Destura heyî, ku berhema kudutayê 12 Îlon e û gelek caran hatiye guhartin, nikare bibe dermanê derdan. Destura heyî wekî kirasekê teng e, ku Tirkiye li xwe kiriye. Danina destureka nu li suna kiraseka teng, rê li ber çareser kirina keseyên siyasî, civakî, aborî û çandî xwes dike.

Kongreyê Derwayê Welat a PSK, ji bona amade kirina destureka nû, ku têda nasnameya hemu gurubên dînî û etnîkî bê pejirandin û maf û azadiyên wan bêne desteber kirine, desturek, ku suna dewletê mirovê biparêze, banga hêzên welatparêz û asitiixwaz û demokrat dike, ku destê xwe bidine hevdu. Kongreyê Derwayê Welat a PSK her usa bang hêzên welatparêzên Kurdistana Bakurê dike, ku ji bona ci girtina hebûn û mafên Kurdan di destura nû da mil bi mil bêsdarê proseya amade kirina desturê bibin û xebat bikin.

Gelek pirsên Kurdên derwayê welat hene, ku nasnameyê wan û mihaciriyê sedema pirsên hanê ne. Kurdên derwayê welat di bin banê rêxistinên xwe da, ji bona armancên xwe yên demokratîk kar û xebatê dikin, berdewam in di pistgiriya xebata azadiyê di seranserî Kurdistanê da. Mercekî serekî ya serketina bizava Kurdên derwayê welat, yêkitiya rêxistinên demokratîk e, ku li derwayê welat kar û xebatê dikin.

Kongreyê Derwayê Welat a PSK, banga Kurdên derwayê welat dike û ji wan dixwaze, ku besdarê jiyana siyasî ya her welatê bin, ku têda dijin. Kongreyê Derwayê Welat a PSK, ji rêxistinên Kurdên derwayê welat û ronakbîr, nivîskar, akademîker û kesayetiyên Kurd dixwaze, ku ji bona pekanina lobiya Kurd ya bi hêz destê xwe bidine hevdu.

Kanuna 2011

Komîta Derwayê Welat a Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button