PSK: Hikumet divê qetilan destnisan bike û bide dadigehê

Bi gor nuçeyan, firokeyên cengî ya ertesa Tirk li navçeya Uludereyê, bi henceta ‘terorîst in’ êrîs kirine ser komelek gundiyen Kurd. Di encama êrisa hanê yên kîrêt û ne mirovî da, bêtirî 40 kes hatine kustin û ji çend kesên din jî tû agahî nîne.
Êrîsa hanê ya hov, ne êrisa yêkan e ne jî heya pirsa kurd neyê çareser kirine wê dawî bibe. Her weki tê zanin di serê qirêjê ya 30 salan da gelek kesên bê tawan û sîvîl bûne qurbanî û ketine ber bomba û fiseng.
Êrîsa dawî ya firokeyên Tirk carekî dinê nisan dide, ku pirsa Kurd bi tank û top û firokeyên cengî nayê çareser kirinê. Pêgir bûn li ser operasyonên leskerî û çalakiyên çekdarî, ne tenê kêseyê Kurd çareser nake, her usa rewsa welatê aloztir dike û dibe sedema kustina kesên sîvîl.
Partiya me êrisa dawî ya firokeyên Tirk mehkum dike û ji hikumeta AK Partisiyê dixwaze, ku berpirsên êrîsa hanê destnisan bike û bide dadigehê, ji malbata qurbaniyan lêborînê bixwaze û zirarê wan qerebo bike.
Partiya me banga hemu hêz û partiyên siyasî û dezgeyên demokratîk û sîvîl dike, dijî êrisa hanê ya hov dengê xwe bilind bikin.
Em serxwesiya xwe pêskesê malbata qurbaniyan dikin û xwe xem û bêhiyê wan da sîrîk dizanin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Dengê Kurdistan