Nûçe

36 Qurbaniyên Balefirên Tirk hatin definkirin

Mihemed Eren/Sirnex

Cenazeyên 36 Qurbaniyên ku ji aliyên Balefirên Tirk ve hatibûn kustin, hatin definkirin.

Cenazeyên 36 welatiyên Kurd ku di 28-ê meha 12 ya 2011-an de di encama bombekirina balefirên cengê yên Tirk de jiyana xwe ji destdabûn, li gundê Roboskîya Navçeya Qilabana Sirnexê, bi komî hatin definkirin.

36 cenaze ligel hev hatin rêzkirin
36 cenazeyên welatiyên Kurd, pistî ku li nexwesxaneya Qilabana Navçeya Sirnaxê Otopsiya wan hat kirin û ji bo definkirinê anîn Gundê Roboskîyê, cenaze li vir heta goristana gund li ser dest û milên xelqê besdarê hatin veguhastin.

Cenazeyên welatiyên, bi hêjmareke mezin ya gelê kurd ku ji bajar û bajarokên cihê cihê yên Bakurên Kurdistanê hatibûn, li gel hev, bi merasimek hatin definkirin.

Di merasimê de çendî axaftin hatin kirin û vê yekê, wek qetliyam ji wan yên din ku di dirêjahiya dîrokê de bi serê gelê kurd de hatine, hat bi lêvkirin.

Ji malbatek 14 kes…
Xizm û karên van qurbaniyan û yêk ji wan sahidê vê bombebarankirinê Serwet Encû ku sax giyanê xwe xilas kiriye jî bahsa zêr û ziberê vê bûyerê kirin ku botan û sosreteke çawa li pêsçavên wî pêk hatiye. Dive bê zanîn ku tenê ji vê malbatê 14 kes, di vê bûyerê de canê xwe ji dest dane.

Konê Sînê hat vedan
Li Gundê Roboskîyê Konekî sînê Yê mezin ji bo van qurbaniyan hatiye vedan û ji gelek cîh û deveran bi pistgiriyekî mezin welatiyên kurd ber bi vî konî ve di herikin. Dê hetanî hefteyek li vî konî sîn û serxwesî bên qebûlkirin.

Dê Sanda HAK-PARê jî 31-ê mehê de di bin serokatiya Bayram Bozyel de herin ciyê bûyerê û serdana vî konî bikin.

Dengê Kurdistan

Back to top button