KOMJIN komcivîna xwe ya adetî a 14. pêk anî

Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN, di 17-18.12.2011´an da komcivîna xwe ya adetî ya 14. pêk anî. Nûnerên KOMJINê yên bajarên Elmanyayê; Leer, Dortmund, Hamburg, Berlin, Bremen, Duisburg û Wuppertalê besdarî komcivînê bûn. Ji xeynî nûneran, ji Swîsre û Holandayê jî rêxistinên jinan yên hevkar wek çavdêr besdarî komcivînê bûn û pisgirî dane KOMJINê.
Pistî hilbijartina dîwanê, besdar ji bo rêzgirtina sehîdan deqekê bêdeng man. Di roja yekemîn, nûner li ser kar û xebatên xwe bi kurtî agahdarî dan. Pistî agahdariyan rapora kar û xebatan û ya aboriyê hat pêskês kirin û li ser raporan nûner nêrînên xwe anîn ziman. Her weha rapora aboriyê hat kontrol kirin û rapor û birêvebiriya gistî bi yekdengî hatin erê kirin.
Roja duwemîn ya komcivînê de birêvebiriya gistî ya nû bi yekdengî hat hilbijartin. Ji bo birêvebiriyê, ji Dortmundê 2, ji Duisburgê 1 û ji Wuppertalê jî 4, bi gistî 7 nûner hatin hilbijartin. Ji bilî birêvebiriyê, Lijneya Koordînasyonê jî hat hilbijartin û ji her herêmê kesek di lijneyê da cîh girt. Her weha 3 kes jî ji bo Lijneya Rûmetê hatin hilbijartin. Pistî hilbijartinan peyamên ku hatibûn sandin, hatin xwendin.
Nûnerên ku besdarê komcivînê bûbûn, bi gistî di axaftinên xwe da dan zanîn, ku KOMJIN di pêvajoyeke giring derbas dibe û di vê pêvajoyê da divê herkes hin berpirsiyartir tevbigere. Nûner her weha eskere kirin, ku çi erkên ku dikeve ser milên wan, wê bi dilxwesî bînin cîh. Her weha hat pesend kirin, ku birêvebiriya gistî di bernama xwe ya nû de divê giringî bide kar û xebatên rêxistinî û cihên ku saxên KOMJINê tune sax bên pêk anîn, cihên ku sax hene dive nûnerên wan bê zêdekirin.
Nûner her weha dan zanîn, ku kêmasî hene, divê van kêmasî bên tespît kirin, lê belê divê kes bê hêvî nebe û ji bo ji hole rakirina wan kêmasiyan divê herkes hewl bide.
Di axaftina dawî ya komcivînê da, navên jinên ku KOMJINê anîne vê rojê yek bi yek hatin xwendin û spas li wan hat kirin. Nûnerên ku di vê pêvajoya hesas de di birêvebiriya da cîh girtin hatin pîroz kirin û nûner bi gistî serketina wan daxwaz kirin.
Nûner, pistî komcîvîneke bi cos û bi ber, bi serbilindî ber bi cî û warên xwe bi rê ketin.
Biryarên Komcivîna 14. ya KOMJINê
Komcivîna KOMJINê ya 14. helwestên be mirovî ku li ser nave ‘kustinên namûsê’ li hember jinan tê kirin bi tundî sermezar dike. Banga parastina jinên ku bi van kiryaran rû bi rû dibin dike. Her weha daxwaza leztir ya guherandina qanûnên ku desthilatdariya mêran diparêzin û bi taybetî jî xalên Makzagona Komara Tirkiyê yên ku cudayetiya cinsî diparêzin û wan teswîq dikin, dike. Her weha pît dike ku makzagona nû ku wê bê amade kirin da ev daxwaz divê bên bi cîh anîn û KOMJIN pisgirî dide kar û xebatên di vî warî da.
Komcivîna KOMJINê ya 14. dide zanîn, ku bûyerên mehên dawîn yên çekdarî ên Kurdistana Bakûr, alozî derdixe pêsiya çareseriya pirsa Kurd ya bi riya demokratîk û asitiyane û daxwaza xwe ya çek danina PKK ya bê sert û merc û sekinandina operasyonên leskeri ya dewleta Tirk dubare dike. Jin pisgir û alîgirên giringtirîn yên asitiyê ne. Ji ber vê yekê komcivîn bang li jinan dike, ku hêviya xwe tu car wenda nekin û hewldanên xwe yên bo asitiyê pîttir bikin, da ku armanc û daxwazên serxwaz bi ser nekeve.
Komcivîna KOMJINê ya 14. pêngavên demokratik yên serdemên dawiyê yên ku li Tunus, Yêmen, Urdun, Lîbya û hin welatên Afrîqa Bakûr û Rojhilata Navîn pêk tên û wek Bihara Ereban’ tên bi nav kirin balkês dibîne û li biryara hevgirtin û tevxebata hêzên Kurdistana Sûriyê silav dike. Komcivîn pisgirî dide têkosîna netewî û demokratîk ya gelê Kurd yê Basûrê Rojava û ji bo ku guherînên li Sûriyê yên pêserojê de fêde bigre, divê hêzên Kurdistana Sûriyê hewldanên xwe yên yekitî û têkosîna li gor sert û mercên herêmê û navnetewî xurttir bikin û alîkarî û pisgiriya xwe ya ji bo têkosîna Kurdistana Sûriyê careke din eskere dike.
Komcivina KOMJINê ya 14., êrîsên li ser kargeh û dezgehên çandî yên welatiyên Êzidî û Xaçparêz yên li Herêma Behdînan, ku di despêka meha 12. da pêk hat û sik tune ku destê xêrnexwazên derveyî Kurdistanê tê da ne, sermezar dike û pisgirî dide însiyatifa Serokatiya Herêma Kurdistanê a di vî warî da, daxwaza eskere û ceza kirina berpirsiyaran dike. Ji bo pêvajoya bihevrejiyana dîrokî ya komên etnîkî û olî yên Kurdistana Basûr bê bihêztir û kûrtir kirin, komcivîn bang li Serokatî û Hukumeta Herêma Kurdistanê, her weha partiyên siyasî û dezgehên sivîl yên vê parçeyê welatê me dike ku berpirsiyariyên xwe bînin cîh û divê bi hev re hewl bidin.
Komcivîna KOMJINê ya 14. biryarên li ser daxwazên jinên Kurdistanî yên li diyasporayê ên bo nasnamên wan yên etnîkî û cînsi ji dest wan hatine girtin û ji bo bi destxistina wan daxwazan, ku di komcivînên xwe yên berê de girtibû careke din pît dike û banga têkosîna hevbes li jinan dike.
Dengê Kurdistan