Nûçe

Li Komeleya ÇIRA ‘Roja Imzeyê û Kurtekonserê’ hat lidarxistin.

Li Komeleya Çandî û Hunerî ÇIRA ya Amedê bi Diljen Ronî re çalakiya ‘Roja Imzeyê û Kurtekonserê’ hat lidarxistin. Diljen Ronî, ji albuma xwe ya nû ya bi navê ‘Du Demsal’ çendî stran got û ji guhdarên xwe albumê imze kir.

Kurtekonserta roja 15yê Çileya Pasîn li avahiya Komeleya ÇIRAyê hat lidarxistin bi stranên ji albûma nû ya bi navê ‘Du demsal’ dest pê kir. Li gel endam û birêvebirên ÇIRAyê girseyek jî guhdarên Diljen Ronî jî besdarî çalakiyê bûn û hemû bi Diljen Ronî re stranan gotin.

Kurtekonsert wek di nav Diljen Ronî û guhdaran de wek gotûbêjek dom kir. Li himber pirsên gundaran Ronî got ku muzîk, çand, huner û zimanê kurdî bêxwedî dimîne û divê her kurdekî bi hisyarî li nirxên xwe xwedî derbikevîn.

Diljen Ronî li ser rewsa muzîk û hunermendên kurd weha axifî; ‘Kurd li muzîka kurdî xwedî dernakevin. Dema hunermendekî tirk, li bajarekî kurdan konserekî dide bi têra çêkirina albumeke pere distîne. Lê kurd ji aliyê aborî de li muzîka xwe xwedî dernakevin. Ciwan Haco dibêje muzîka kurdî ewqas erzan bûye ku bûye bihaye kîloyek fringî. Ji ber vê yekê divê kurd hem ji aliyê aborî de hem jî aliyê guhdarkirinê de xwedî li muzîka xwe derkevin.’

Diljen Ronî diyar kir ku ji Cizîrê ye û ji ber vê yekê tesîra siêrên Melayê Cizîrî li ser wî çêbûye. Ronî da zanîn ku wî di albûma xwe de sîerên wî jî bi forma muzîkê xwendiye û ev ji bo wî serbilindi ye. Her weha diyar kir ku Mihemed Arifê Cizrawî, Xêro Ebbas, Mehmet Atli, Tehsîn Teha û stranên li dawetên gundên me bêenstruman hatine gotin li ser wî tesîr kirine.

Diljen Ronî wek gotina dawî weha lê zêdekir ‘Mebesta min a herî mezin ew e ku muzîka kurdî li dinya derxim asteke bilind û li dinyayê bidim nasandin. Ez dixwazim tayekî ji muzîka kurdî bigrim û biser muzîka dinê bixim.’
Çalekî bi imzekirina albûmê bi dawî bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button