Nûçe

ÇIRA: Bila zimanê Kurdî wek zimanê fermî betê pejirandin

Bi mebesta pîrozkirina “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” Komeleyên Amed, Agirî û Îstenbol ÇIRA yên çand û hunerê bi mes û daxwuyaniyan derbarê zimanê zikmakî de daxwaziyên xwe careke din dan zanîn. Her sê komele jî di daxwuyaniyên xwe da gotin ku bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bi zimanê kurdî perwerdehî bê kirin.

Komeleyên Amed ÇIRA, Agirî ÇIRA û Îstenbol ÇIRA ji bo pîrozkirina “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” 19 Sibat 2012 roja yeksemê daxwuyanî dan çapemeniyê. Li Amedê endam û alîgirên Komeleya Amed ÇIRAyê bi awayeke girseyî ji komeleyê hetanî AZC Plazayê mesiyan. Girseya komeleyê bi dûrismeyên ‘Zimanê me rûmeta me ye’, ‘Bê ziman jîyan nabe’, “Her tist ji bo azadiya ziman” qêriyan. Endamên komeleyê bi def û elbane strana Aramê Tîgran ya “Zimanê Kurdî” jî gotin û gihîstin ber AZC Plazayê. Li wir serokê komeleyê Ramazan Moray bi kurdî daxwuyaniyê xwend. Endamên komeleyê, daxwuyaniyên Bulent Arinçî bi pirtûk û ferhengên kurdî sermezar kirin. Pistî daxwuyaniyê pastayên ku ji tîpên “Q,W,X” hatibûn çêkirin îkramê xebatkarên çapemeniyê û gelê Amedê kirin. Girse demek strana got û govendê gerand.

Li Agirîyê ji Roja Ziman Hat Pîrozkirin

Di heman rojê de Komeleya Agirî ÇIRA ya Çand û Hunerê ji avahiya komeleyê hetanî himber Denizbank bi dûrismeyên ‘Zimanê me rûmeta me ye’, ‘Bê ziman jîyan nabe’, ‘Bijî azadîya Kurdistan’ ve ‘Ziman hebûna me ye.’ mesiyan. Li cihê ku daxwuyanî bê xwendin endam û alîgirên komeleyê sirûda neteweyî xwendin. Serokê komeleyê Halîl Îbrahîm Cengiz bi kurdî, sekreterê komeleyê Fatîh Yalçinkaya jî bi tirkî daxwuyaniyê xwendin. Çalakiya ku gelê Agiriyê jî pê re eleqedar bûn bê xirûcir bi dawî bû.

Daxwuyaniya her sê komeleyan weha ye;

Ji Raya Gistî û Çapemeniyê re

Di sedsala 21an de, di ‘Dema Zanistî û Teknolojiyê’ de li ser gelek zimanên li dinê polîtîkayên dewletan yên asîmîlasyonê û zordestiyê hene. Ji ber van polîtîkayan nêzikî 3000 ziman li ber mirin an jî wendabûnê ne. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de bi mebesta ku wê xeterîya jiholêrabûn, asîmîlasyon, zordestî û qedexeyên li ser zimanên zikmakî yên hindikayî û gelên bindest bên rakirin 21ê Sibatê wek ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’ pejirand.

Rêzdaran,

Mirov bi saya zimên bîr û rayên xwe, ês û dilsadiyên xwe bi hevûdu re parve dikin. Ziman raman e, lihevdûkirin e. Bi saya zimên berhemên hatine afirandin neqlê nifsên nû dibin. Ziman bîra mirovahiyê ye. Bi saya zimên mirov xwe binav dikin. Ziman nasname û nîsana hebûna mirov û gelan e.

Lê li Tirkiyeyê nêzikî 20 milyon kurd, nikarin zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de bi awayeke azad bikar bînin. Zimanê kurdî bi deh salan e li himber polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê li ber xwe dide. Li gel kurdî bi dehan zimanên din jî li Tirkiyeyê hatine qedexekirin û li himber asîmîlasyonê li ber xwe didin.

Di vî warî de Tirkiye, pêwîstiyên Peymana Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923an mor kiribû jî bi cih nayne. Di xalên 39 û 40î yên Peymana Lozanê de, di hemû qadên jiyanê de bikaranîna zimanên neteweyên li Anatoliyayê dijîn bi awayeke resmî hatibû qebûlkirin. Lê mixabin 89 sal e ev bi cih nayê. Her weha li gor Peymana Mafên Zarokan ya ku ji aliyê Tirkeyê ve jî hatibû morkirin, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek mafeke zarokan yê xwezayî hatiye pejirandin. Lê careke din mixabin, Tirkiyeyê xala 30. ya vê peymanê nepejirandiye.

Elbet rewsa zimanê kurdî ya 20 sal berê û ya îroyîn ne yek e. Derbarê zimên de dewletê polîtîkayên xwe guhartiye. Avakirina TRT6ê, li zanîngehan vekirina besên kurdî polîtîkayên erênî ne. Lê zimanê kurdî hê jî di destûra bingehînde wek zimaneke fermî nehatiye binavkirin. Her weha Bulent Arinç ku ji yek xwediyên polîtîkayên dawîn yên dewletê ye bi daxwuyaniyên xwe zimanê kurdî diçewisîne, kêm dibîne û layiqê perwerdehiyê nabîne. Ew jî wek yên beriya xwe polîtîkayên red û înkarê dajo.

Em dixwazin careke din bi birêz Bulent Arinç û yên wek wî difikirin bidin zanîn ku zimanê kurdî zimaneke dewlemend e. Her weha zimanê kurdî, xwedî edebiyateke dewlemend e ku bi hezaran berhemên hêja ji aliyê sair û nivîskarên kurd ve hatine afirandin. Îro Zimanê kurdî ku li Îraqê li gel zimanê erebî ji yek zimanê fermî ye û her hewa li Herêma Kurdistana Federe jî ji destpêkê hetanî unîversîteyê wek zimanê perwerdehiyê tê bikaranîn. Zimanê kurdî bi qasî zimanê tirkî zimaneke xwedî rûmet e û ji bo perwerdehiyê têra xwe heye.

Banga me ji hukûmetê re ye; divê dev ji van polîtîkayên kevneperest berdin. Hewcedariyên peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê dewletê ve hatine morkirin bi cih bînin. Di prosesa çêkirina destûra nû de zimanê kurdî û zimanên din yên li Tirkiyeyê hatine qedexekirin bi aweyeke fermî bipejirînin da ku wek zimanê perwerdehiyê bên bikaranîn.

Roja Zimanê Zikmakî pîroz be.’

KOMELEYA DIYARBEKIR ÇIRA YA ÇAND Û HUNERÊ

KOMELEYA AGIRÎ ÇIRA YA ÇAND Û HUNERÊ

KOMELEYA ÎSTENBOL ÇIRA YA ÇAND Û HUNERÊ

19.02.2012

Dengê Kurdistan

Back to top button