Heyeta hevbes a PDKÎ û PSK serdana Partiya Pêsverû kirin

Heyeta hevbes a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ û Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK îro li Silêmaniyê serdana Partiya Demokrata Pêsverû Kurd li Suriyê-PDPKS, kirin.
Dengê Azad/Silêmanî
Heyeta hevbes a PDKÎ û PSKê ku bi Cîgirê Sekreterê Gistî yê PDKÎ Hesen Serefî, Endamên Deftera Siyasî a PDKÎ Mihemed Nazif Qadirî û Rustem Cîhangîrî û Nunerê PDKÎ yê li Silêmaniyê Mihemed Sebihî, Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, Nunerê PSKê yê li Hewlêrê Ararat Jînwar û Endamê PSKê Azad Diyar ve pêk hatibû, ji aliyê Sekreterê Gistî yê PDPKSê Ebdulhemîd Derwês û Endamê Komîta Navendî û Nunerê PDPKS yê li Silêmaniyê Elî Semdîn ve hatin pêswazî kirin.
Di hevdîtinê de behsa soresa Suriyê bi gistî û xwepêsandanên Rojavayê Kurdistanê bitaybetî hate kirin.
Di hevdîtinê de herwisa, Sekreterê Gistî yê PDPKSê Ebdulhemîd Derwês behsa serdana xwe ya dawî ku li çûbû Qahirê û Îstanbûlê, kir.
Dengê Kurdistan