Komisyona Ciwanên HAK-PAR; ‘Me Helepçeyê ji bîr nekiriye!’

Komîsyona Ciwanên Amedê yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê îro li Amedê bi mebesta 24emîn salvegera bîranîna jenosîda Helepçeyê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku Ew xençera zingarî ku li Helepçeyê di resê gelê me de li pista mirovahiyê hat xistin, di doza Kurdistanê de bawerî û wêrekiya gelê me xurttir û qaîmtir kiriye.
Daxuyaniya Komîsyona Ciwanên Amedê yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê weha ye;
JI BÎRÛRAYA GISTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE
Ji vir 24 sal berê li Helepçeyê li pês çavên hemû dinyayê bi çekên kîmyewî karaseteke mezin qewimî. Ji her temenî 5000 kurd bi destê Sedam Huseyîn û Partiya Beas a xwînrêj hatin qetilkirin.
Gelê kurd ku ji bo rûmeta xwe ya neteweyî têdikosiya, êsa bi dehan karesatan bi tevkustina Helepçeyê zêdetir hîs kir û ev karesat jan da dilê her kurdî.
Helepçe bi Hîrosîma û Nagazakiyê re di nav rûpelên dîrokê de wek sermeke mirovahiyê hate nivîsandin. Em di wê baweriyê de ne ku wê Helepçe timî jan bide ûjdanê mirovahiyê û wê qet nehê jibîrkirin. Bila sika tu kesî tunebe ku wê gelê kurd tucar êsa Helepçeyê jibîr neke.
Ew xençera zingarî ku li Helepçeyê di resê gelê me de li pista mirovahiyê hat xistin, di doza Kurdistanê de bawerî û wêrekiya gelê me xurttir û qaîmtir kiriye.
Wek musebibên Enfal û Helepçeyê Seddam Huseyîn û çend birêvebirên Rejima Beasî hatin darazandin û hatin mehkûmkirin. Her çiqas dîktatoriya Seddam Huseyîn hatibe hilwesandin jî ês û jana Helepçeyê li me sivik nebûye. Êsa Helepçeyê her sal perdeya xemgîniyê li ser pîrozbahiyên Newrozê radixe. Gelê kurd bi kirasê Helepçeyê Newrozan pîroz dike.
Elbet dîroka gelê me ne bi tenê ji karesat, tevkustin û asîmîlasyona lê marûz mayê pêk tê. Gelê me yê ku ji yek gelê qedîm yê rojhilata navîn e, di qada demokrasî, astî û azadiyê de jî bûye xwediyê bi dehan destkeftinan. Îro li Basûrê Kurdistanê xweîdarekirin û azadbûna gelê me bîr û baweriya me ya derbarê azadiyê de xurttir dike. Bila sika kesî tunebe ku li her perçeyê ku gelê me li ser dijî ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ye.
Dîrok sahidê me ye kî; ês û jana 5000 kurdên li Helepçeyê hatine kustin di nav dilê me de ye. Heman dîrok dîsa sahidê me ye ku em ji ber destkeftinên gelê xwe bextewar in û ji her demê bêtir xwedî li doza xwe derdikevin.
Em di doza xwe de mafedar in û ji duhî zêdetir nêzikî pêserojeke azad in. Em wek neferên gelê kurd ku hêza xwe ji dîrokê, wêrekiya xwe ji zanînê digre, bi bîranîna Helepçeyê û bi pîrozkirina Newrozê em ê di riya xwe de bimesin. 16.03.2012
ME HELEPÇEYÊ JI BÎR NEKIRIYE!
EM Ê HELEPÇEYÊ JIBÎR NEKIN!
EM Ê HELEPÇEYÊ NEDIN JIBÎRKIRIN!
PARTIYA MAF Û AZADIYAN
( HAK-PAR)
Komisyona Ciwanên Amed
Dengê Kurdistan