Li Wuppertalê sahîya Newrozê bi cos hate pîroz kirin

Dema Nû Wuppertal
IKV-KOMKAR îsal jî di 20 ê Adarê da li Wuppertalê cêjna netewî ya Kurd Newrozê, bi serbilindî û serfirazî û bi cosek mezin pîrozkir. Gelek Kurdên der û dorên Wuppertalê besdarê sahîya Newrozê bûn.
Bernameya sahîya Newrozê bi du ziman hat peskês kirin, modaratörê sevê endamê KOMCIWAN’ê Zînê bi kurdî û Ronas jî bi Elmanî hate vekirin. Berê, ji bo rêzgirtina sehîdên Kurdistanê û bi xwendina sirûda Netewî ‘Ey Reqîp’ despê kir.
Pasê ser navê IKV-KOMKARê axaftinek hat kirin. Berpirsiyarê IKV-Komkar, ser dîroka Newrozê agahdarîyek qurt da guhdaran. Pasê berpirsîyarê PDK û berpirsîyarê Corajê axaftinek kirin. Tev axaftwanan bi kurtî wuha gotin:
Newroz di dîroka Kurdistanê da rojek bi rûmet e, rojek pîroz e.
Newroz sersala Kurdan e, destpêka buharê ye û cejna netewî ye.
Newroz bo me kurda Azadi û serfirazî ye.’
Sahiyê da mesajê Sekreterê Gistiyê PSK- Mesud Tek û mesajê Serokê KOMKAR-ÊU Kovan Amedî jî hat xwandin.
Sev bi Agirê Newroz, bi def û zirne gruba Eli Bakî û Özgür cos bu. Pase sev bi cosek mezin bi kilamênên Zazakî Rabia , dengbej Yilmazê Seydo ges bû. Besdaran di pês salonê da der û dora agirê Newrozê da govend girtin.
Sahiya Newrozê di Radyo ya Denge Azadî da bi alîkarî ya DJ Ayhan va zindi hat vesandin.
Tev besdaran, mêr, jin û zarok bi hev ra sevek xwes û bextewar derbaskirin.
Dengê Kurdistan