Nûçe

ÇIRA ya Amedê bi daxuyaniyeke Newroz a gelê Kurd pîroz kir

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya Amedê, bi daxuyaniyeke Newroz a gelê Kurd pîroz kir û polîtikayên sidetê ku li ser gelê Kurd tê bikaranîn, sermezar kir.

Daxuyaniya ÇIRA ya Amedê weha ye;

Wekî hemû gelan, rojên taybet yên gelê Kurd jî heye. Ji van rojên taybet yekê jî Newroz e. Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya serhildan, berxwedan, serfirazî û herwisa tê wateya asitî, hevtêgihîstin û birayetiyê.

Ew hêzên tarî ku bê tehamuliya vê hevtêgihîstinê dikin, carek din leyîstîka xwe ya xwînrijandinê di cejna me ya Newrozê de leyîstin.

Di gelek bajaran de ku cejna Newrozê dihate pîrozkirin, ketin ber êrîsa polês û ji ber êrîsa hanê Kurdekî jiyana xwe ji dest da û bi sedan hevwelatiyên Kurd û gelek siyasetmedarên Kurd wek Ehmed Turk jî têda birîndar bûn.

Em Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya Amedê polîtikayên sîdetê ku li ser gelê Kurd tê bikaranîn, sermezar dikin.

Herwiha di serî de ji bo Ehmed Turk û bi sedan hevwelatiyên Kurd ku birîndar bûbûn, sîfayê xêrê dixwazin û malbata hevwelatiyê Kurd ku jiyana xwe ji dest dabû, sersaxî dixwazin.

Em, carek din cejna Newroz a gelê Kurd ku 2712 sal e bi cosekî mezin pîroz dike, pîroz dikin.

Bijî Newroz

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya Amedê

Dengê Kurdistan

Back to top button