KOMKAR.eu Neçirvan Barzanî pîroz kir

Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR.eu bo wergirtina posta Serokwezîriya Hikumeta Herêma Kurdistanê ji Neçîrvan Barzanî re nameyeke pîrozbahiyê sand.
Nameya KOMKAR.eu weha ye;
Birêz Serokê Hikumeta Herema Kurdistan Nêçîrvan Barzanî,
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û çalakvanên Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê KOMKAR.eu yê, bo wergirtina posta Serokwezîrtiyê cenabê te û Hukumeta nû bi dilekî germ pîroz dikim.
KOMKAR, zêdetir 35 sal e di qada demokratîk de li Ewrûpayê kar dike. Di çareserkirina hemû pirsan de, tund û tûjiyê red dike û metotên demokratî û asîtiyane ji xwe re esas digrê. Li ser vî esasê kar, xebat û çalakiyên xwe li Ewrûpa bo nasandina doza rewa yê gelê Kurd, bo peydakirina pistgirî û lobiyek xurt, bo parastin û pêsvebirina ziman, folkor û kultura Kurdî, her wusa bo çareserkirina pirs û pisgirêkên civata Kurd li Ewrûpayê kar dike.
KOMKAR.eu, parastin û pêsvebirina hemû destkeftiyên Kurd û bi taybet jî destkeftiyên Kurdistana basûr gelekî girîng dibine. Loma em, wergirtina we ya posta serokwezîriya Herama Kurdistanê, di rewsek weha nazik û xesas hestiyariyek mezin qebûl dikin.
Ez carek din cenabê tewek serokwezîr û hukumeta nû ya Herema Kurdistanê pîroz dikim. Emê li Ewrûpayê, ji bo berjevendiyên Kurdistana Basûr bi hemû îmkan û mecalên xwe pistgiriya Hukumeta Herema Kurdistanê bikin.
Li gel silav û rêz
07.04.2012
Kovan Amedî
Serokê Gistî yê KOMKAR.eu
Dengê Kurdistan