6. Kongreya Salane ya KOMCIWAN Elmanya

Îsal KOMCIWAN Elmanya Kongreya xwe ya Salane li bajarê Bad Herrenalb di roja 06.04 heta 08.04 borand.
Kongreya roja yekê ji nûnerên KOMCIWANê yên hemû bajaran pêkhat. Di vê kombûnê da li ser karê xwe yên sala borî axiftin û serkeftin û kêmasiyên karê xwe bi hev re anîn ziman. Herwiha armancên xwe bo paserojê damezrandin.
Di roja dûyê da kombûna endamên KOMCIWANê bû. Babetek giring da ser Duwemîn Konferansa Ciwanên Kurd ya Netewî, kû 15ê Adarê 2012an da li Hewlerê heta 17ê Adarê hatiye çêkirin. Di vê konferansê da endamên KOMCIWAN Ewropa’yê ji pês ciwanên kurd li Ewropa besdar bûbûn. Adir Tekîn, endamê KOMCIWAN Berlîn û herwiha endamê KOMKAR Berlînê, yê kû yek ji wan nûneran bû, gotarek di kongreya KOMCIWANê de pêskês kir. Di gotara xwe da li ser besdarbûna xwe di Konferansa Ciwanên Kurd ya Netewî axift û got kû konferanseka serkeftî bû û hemî xalên KOMCIWANê dawekirîn bi ci hatin.
Herwiha KOMCIWANê ses biryar di Kongreya xwe da dan:
1. Kongreya KOMCIWANê pisgirîya soresa rojavayê Kurdistanê û Surîyê li dijê rejîma Essedî bo azadbûnê dike. Di wan serhildanên rojane li Sûriyê, ciwan roj bi roj canê xwe didin.
Kongreya KOMCIWANê biryarê dide, kû bi bizav û karê xwe li hemî Elmanyayê pisgiriya soresê bike û herwiha bangî hemû hêzên ewropî jî dike kû pisgirî û alîkariyê bidin kû dagirkirina Kurdistana Rojava bi dawî bê.
2. Kongreya KOMCIWANê biryar da, kû roja 22 Rêbendan bi helkefta damezrandina Komara Kurdistanê li Mahabadê, wek ji van 21 birîyarên Duwemîn Konferansa Ciwanên Kurd ya Netewî, bikin rojeka netewî û rûmetdar.
3. Kongreya KOMCIWANê biryarê dide, kû li dijê hemû bizavên polîtikayên asîmîlasiyonê, zimanê Kurdî û bi taybet Zazakî biparêze.
Em bangî zarok, ciwan û dê-û-bavan dikin, kû zimanê xwe yê zikmakî rojanê da bikarbînin. Û herwiha bang jî dikîn, kû zimanê zikmakî bi kurdî li hemû Elmanya li dibistanan wek ders bê danîn.
4. Kongreya KOMCIWANê biryarê dide, kû hemû komelên KOMCIWANê, bo bêtir besdarbûnê di polîtîkê de, di karê xwe da giringiyê bidin ser karên partiyên Kurdistanê, yên Elmanya û herwiha yên welatên dagirkerên Kurdistanê.
5. KOMCIWAN Elmanya di sala 2013 bi helkefta 25emîn salvegera damezrandina KOMCIWANê ahengekê çêbike.
Di besa dûyê ya kombûnê da pênc workshop hatin çêkirin li ser babetên ‘Nasname’, ‘Ekstremîzm’, ‘Perwerde’, ‘Ser’ û ‘Plûralîzm’ û bo dawiya rojê van grupan encamên xwe pêskês kirin.
Di roja dawiyê da kongre berdewam bû û berpirsên KOMCIWAN Elmanya nû hatin hilbijartin. Berpirsên nû yen KOMCIWAN Elmanya Adir Tekîn, Evîn Koflî, Rohat Dogan, Serdar Altay, Serhat Etdöger, Özlem Alkan, Sertac Uyar, Rojîn Cengîz û Narîn Dogan in.
Bi berpirsên nû, armancên nû û biryarên nû KOMCIWAN Elmanya bi hemû endamên xwe re, karê xwe îsal jî bi serfirazî nû destpêdike û berdewam dike.
Dengê Kurdistan