Nûçe

Parlementera Keskan Alev Korun´ê li dibistanê seredanîya dersê zimanê kurdî kir

Di roja 13 Nîsanê de parlementera keskan ya Vîenna xanim Alev Korun û serwera herêma Vîenna 10 an xanim Elisabeth Repolusk hatin dibistana VS Bernhardtstalgasse . Li dibistanê seredanîya dersê zimanê kurdî kirin û zarok gudar kirin. Dura jî Alev Korun axafitina xwe bi zimanê almanî domand û ser pêvîstîya zimanan sekinî. Di dawîya axafitina xwe de Alev Korun pirtûkên kurdî da zarokan. Zarok bi pirtûkên kurdî sabûn û spasîya xwe bo Alev Korun kirin.

Korunê li ser nêrîna partiya xwe ya derbarî perwerda zimanê dayikê de weha got: ‘Divê dê û bav li ser rola zimanê dayikê bas bên agadarkirin. Fêrbûna gelek zimanan sûdeke mezin e û bi taybetî zimanê zikmakî di jiyanê de hêzekê dide mirovan. Ji bo perwerdeya zimanê zikmakî roj bi roj mecalên bastir tên holê. Divê dê û bavên kurd jî bo mafê perwerdeya zimanê kurdî çalak bin û zarokên xwe bisînin dersên zimanê zikmakî. Wek partiya keskan em li pist vî mafî disekinin û em ê bisekinin.’

Yusuf Budak

Dengê Kurdistan

Back to top button