PSK serdana PDPKS kir

Sandeya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK duhî serdana nunertiya Partiya Demokrat a Pêsverû Kurd li Suriyê-PDPKS li Silêmaniyê kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Sandeya PSKê ku bi serokatiya Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, nunerê PSKê yê li Hewlêrê Ararat Jînwar û kadirê partiyê Azad Diyar ve pêkhatibû, duhî serdana nunertiya PDPKS li Silêmaniyê kir û ji aliyê Sekreterê Gistî yê PDPKSê Ebdulhemîd Derwês û nunerê PDPKSê li Silêmaniyê Elî Semdîn û hejmarek endamên partiyê ve bi germî ve hatin pêswazîkirin.
Di hevdîtina herdu aliyan de rewsa Kurdistan û bitaybetî a Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin. Li ser bûyer û pêshateyên vê dawiyê jî bîr û baweriyên xwe pêskêsî hev kirin û cext li ser yekrêzî û tifaqa di navbeyna Kurdan de hate kirin.
Aliyan parastina destkeftên Basûrê Kurdistanê jî bi girîngî dane zanîn.
Dengê Kurdistan